Lehî û Lêmiştê li Urmiyê Jineka temen 27 salî kirie qurbanî û 20 kesên din jî birîndar bûn

15:27 - 24 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka temen 27 salî ya Kurd li herêma Urmiyê seva Lêhî û Lêmiştê canê xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Yekşem berwar 20’ê Gulana 2013’an malbatek xelkê gundê “Mexor” ku li çiyayên herêma Çaldêranê jibo anina pincar û giyahên biharî serdana herêmê kiribûn,tûşî baran barîn û lehîyê bûn û li encam de jineka temen 27 salî canê xwe ji dest da.

Her wiha endameke din yê vê malbatê seva lehiyê bi xurtî birîndar bû.

her wiha roja bihûrî seva hatina baranê û çêbûna Lehiyê û qolipîna bane malekê li herêma Çaldêranê 20 kes bi xurtî birîndar bûn.

her div ê pêywendiyê de çendîn xanî û malên welatiyan li gundên “Urkîn, Qurînazî a serê û xwarê ziyanek berçav bi welatiyan kewt.