Lêdan û kutan welatiyan ji aliyê selefiyên Civanro didome

12:24 - 5 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: kesên ser bi gurûpên selefî li Civanro, bo cara çendê li îsal de li ciyên giştî de welatiyên Kurd dane ber lêdan û kutanê.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Sêşemî, 12ê Sermawez, yekik ji qawexanên şarê Civanro de hêrişa gurûpên selefî li xwe dît û li sedem de hejmarik ji welatiya hatin birîdar kirin û raguhastiyê newşxanê bûn.

Ew qewimiya li saet 8ê şaeva borî li taxa Babacanî de hatiye pêş.
Raportêrên Kurdpa ji zimanê kesik li wir ragihand, şeva borî de çend kes ji selefiyan li nişkêv de hêriş kirin ser qawexanê û gişt tiştan şikandin û 6 kes jî birîndar kirin.

Li wê hêrişê de “ Nasir Neqdî, Pêyman Mehmûdî, Cebbar Mohemmedî, Bextiyar Mohemmedî û Saman Xuda Keremî” birîndar bûn û raguhastiyê nexweşxanê kirin û heya weşana vê nûçe 3 kes ji wan li bin çavdêriya duxtoran dene.

Doma hêrişên selefiyan ser ciyên giştî û levdan tev xelkê Kurd li rewşik deye ku li kutayiya heyva Rezbera îsalde jî hejmarik berçav ji selefiyan bi Motorsîklêt û maşîn û bi qeme û şûr bi dest nawa şarê Civanrode dor lêdabûn.

Pêştir jî welatiyik ji Civanro bi ajansa Kurdpa ragihandibû, amanca selefiyan ji kirina wan karan, sepandina awirên xwe û çê kirina rewşa xof û sam li naw welatiyan deye.

Ji aliyik din de li 26ê Xezelwer, kesên ser bi selefiyan bi dana durûşma “ Ellah o Ekber” çobûne nawa qawexaneyik li Tirmînala Pawe-Kirmanşan û gişt tiştên naw çayxanêde şikandibûn.

Ser rewş û hewlên gurûpên radîkal yên binav kiriî bi selefî li şarên Kurdistan, ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tev 2 xebatkarên siyasî yên Kurd hevpeyvînik kirin û têde bas ji piştgiriya hukûmeta Îran ji selefiyan û xemsariya senterên intizamî yên Îran li hember selefiyande tê kirinê.