Lêborîna Navnetewî: Yasayên “cezakirinê” di Îranê de xwedî kêmasî û bê bandor in

20:26 - 13 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina “Lêborîna Navnetewî” di raporekî de, piştî derbazbûna 4 dehikan bi ser temenê Komara Îslamî, sistema cezayî ya Îranê bi tundî rexne dike.

Li gorî vê rapora 87 rûpelî ku roja roja 11’ê Şubatê,(22.11.1394) hate belavkirin, piştî hatineserka a Komara Îslamî guherînên bingehîn di yasayên “Hiquqî” de pêk hatin, bi awayekî ku êdî edaleta cezayî bi awayek yekcarî di Îranê de nema.

Rapor tekezî liser vê yekê dike ku yasayên “Cezayî” dî Îranê de bi awayekî berçav tijî ji kêmasî, kêm û bê bandor in û tevî piraniya îstandardên navnetewî ên cezadanê neteba ne.

Eva di demekî de ye ku, karbidestên dadwerî ên Îranê, bi awayekî berdewam radigehînin ku, ev yasa ku piştî niqaş û gengeşeyên zêde di binyatên yasadananê de hatin pejirandin û di heyva Hezîrana sala 2015 çûne qonaxa cîbicîkirinê, deskewtên herî mezin bi dû xwe re anîn bo parastina mafên tawanbaraan û dadgehîkirina wan.

Hewceyî basê ye ku rapor bi awayekî rasterast bas ji vê yek dike ku, bi dehan rojanemvan û nivîskar û çalakvanên mafê mirov û hunermend û ....hwd tenê bi sedema nîşandana nerzîbûnên medenî li hemberî siyasetên dewletê û berevanî ji mafên xwe, hatine binçavkirin.

Herweha rapor dibêje ku di girtîgehên Komara Îslamî de bi hezaran kes bi tawanên cur bi cur li benda bidarvekirinê ne ku, di rastî de û ligorî yasayên navnetewî nabe bi wan tawanan kes bê bidarvekirin.