Lêborîna navnetewî: Rêjeya îdamê di Îranê de %31’ê zêde bûye

21:21 - 6 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina “Lêborîna Navnetewî” derheq bi rêjeya Îdama di Îranê de hoşdarî da û ragehand ku, rêjeya îdamê di sala 2015’an de gihîşte 977 kesî, û bi giştî derheq bi zêdebûna rêjeya îdamê di cîhanê de, hoşdarî da.

Rêkxistina “Lêborîna Navnetewî” roja Çarşemî berwarê 6’ê Nîsanê, di rapora xwe ya salane de eşkere kir ku, rêjeya îdamê di sala 2015’an de 31%ê zêde bûye.

Raporê di rasteya zêdebûna rêjeya îdamên di Îranê de, îşaretê bi vê yekê kir ku, di sala 2014’an de 743 kes di Îranê de hatin îdamkirin, lê di sala 2015’an de, hejmara kesên îdamkirî gehişt 977 kesî.

Rapor herweha bas ji vê yekê dike ku rêjeya îdamê di sala 2015’an de, li seranserî cîhanê bi qasekî zêde bûye ku, di 25 salên derbazbûyî de bê mînak bûye, û her di vê derheqê de jî hoşdariyê dide.

Heyamek berî niha jî, rêportêrê Netewên Yekbûyî yê taybet bi mafê mirovan di Îranê de, Ehmed Şehîd jî, di rapora xwe ya salane de, derheq bi zêdebûna rêjeya îdam û binpêkirina mafê mirovan di Îranê de, hoşdarî da.