Lêborîna Navneteweyî: Îdamkirina zindaniyê siyasî yê Kurd nêz bûye

14:40 - 8 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Saziya Lêborîna Navneteweyî bi belavkirina daxuyaniyekî , dilgiraniya xwe ji darvekirina Saman Nesîm –Girtiyê siyasî yê Kurd li zindana Urmiyê da nîşan dan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Saziya Lêborîn (Efû) a Navneteweyî, bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî ji hember îhtimala birêveçûna hukmê darvekirina zindaniyê siyasî yê Kurd li zindana Urmiyê, bertek nîşan da. Di wê daxuyaniyê de ku roja Înê 6/1/2015’an di ser malpera Saziya Lêborîna Navneteweyî hat weşandin de hatiye:” Xetere (tahlûke) ya cî bi cî kirina hukmê Îdamkirina Saman Nesîm – Zindaniyê Siyasî, nêzîk bûye, jiber vê em ji hemû kesan daxwaz dikin bo rizgarkirina nav borî hewil bidin.”

Saziya Lêborîna Navneteweyî li vê daxuyaniyê de belav kiriye: “Saman Nesîm zindaniyê siyasî yê Kurd di dema girtinê de kêmtir ji 18 saliyê bûye ku hukmê bidarvekirinê jêre hatiye pesend kirin, nav borî li berevanî kirina xwe li dozgeriya 2011’an pejirandiye ku gulle bi ser Sipaha Pasdaran de reşandine lê paşê mukir hatiye ku ew gulle avêtin ber bi hewa bûne û wî niyeta kuştinê tunebûye. Saman qala vê yekê jî kiriye; ev neçar maye jêr eşkenceyan hindin gotinên ne rast bêje daku ji derb û lêdanên giran rizgar bibe. Nesîm herwiha ev yek jî aniye ziman, hêzên ewlekarî ên hikûmeta îslamiya Îranê muhleta girtina parêzer bi wî nedane û bo demên gellek dirêj berevajî daliqandine û eşkence kirine”.

Wê saziyê ji hemû kesê xwestiye bi awayekî zû û demildest ji hinidk navend xwestiye, belgeyên Ku Saziyê li ser vê pirsê amade kirinê, radestî karbidestên hikûmeta Îranê bikin.

Xwestekên Saziya Lêborîna Nawneteweyî:

\"24616.jpg\"
-Karbedest pêbawerbin ku hukmê darvekirina Nesîm birêve naçe û doseyê dadperwerane bê darizandin.

-Bi berpirsan bê famandin; Îranê herdû peymanên mafên sivîl û siyasî, herwiha Konvansiyana mafên zarokan pejirandiye (li peymannamê de îdam kirina zarokên kêmtir ji 18 salî hatiye qedexe kirin.)

-Ji karbidet û berpirsan bê xwestin li ser îfadeyên Nesîm ku gotiye eşkence bi wî hatine kirin vekolîn bê kirin û pêbawerî û mitmane çê be ku ew girtiyê Kurd dadperwerane hatiye darizandin.

Saziya navborî ji hemwelatiyan xwestiye ku xwestekên xwe heya 20’ê adar (march) a sala em tê de radestî rêberê hikûmeta Îslamiya Îranê- Elî Xamiyeî, Sdaiq Larîcanî- Seroka Saziya Dadê û Hesen Rûhanî- Serokomarê wî welatî bikin.

Saman Nesîm kurê Fayîq havîna sala 2011-2112’an( di demekî de ku kêmtir ji 18 sal temen bû), hat girtin û bi tometa şer ligel Xwedê (miharibe) û endam bûn li parteke opozosyona hikûmeta Îranê hat mehkûm kirin ku niha ji zindana Dery a Urmiyê dimîne.

Derxistina hukmê îdam bo wî Kurdê Merîwanî di demekê de ye ku dema girtinê kêmtir ji 18 sal temen bûye û dozgeriyê jî bi dadperwerane hukim dernexistiye.