Lêborîna Navneteweyî: Dibe Îranê îznê bide Çavdêrên Navneteweyî ku serdana girtîgeha Recayîşehrê bikin

17:07 - 23 Tebax 2017
Ajansa Kurdpa: Alîkarê beşa Rojhilata Navîn û bakûra Afrîqayê yê Saziya Lêborîna Navneteweyî ragehandiye ku reftara berpirsên girtîgeha Recayîşehrê, hovane û bê rehmane ye.

Magdilna Mexribî Alîkarê beşa Rojhilata Navîn û bakûra Afrîqayê yê Saziya Lêborîna Navneteweyî derheq gireva komek ji girtiyên siyasî ragehand: Ew yek cihê şermê ye ku rewşa girtîgehan ew qas xirab e, ku girtî bona berçavgirtina standardên herî destpêkî di girtîgehê de dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Li ser bingeha van zanyariyan, Saziya Lêborîna Navneteweyî belav kiriye, di rojên destpêkê de, berpirsên girtîgehê bi armanca cezakirina girevgirtiyan, hinek ji wan heya 12 rojan di bendên takekesî de ragirtine.

Saziya Lêborîna Navneteweyî daxwaz ji berpirsyarên hikûmeta Îranê kiriye, ku îznê bidin ku Çavdêrên Navneteweyî bi taybetî reporetrê NY derheq rewşa mafê mirovan, bi awayekî serbixwe û ji nişkêve serdana girtîgehên Îranê bikin.

Mihemed Merdanî serokê girtîgeha Recayîşehr a Kerecê bi biryara Sekreterê Giştî ê Saziya Girtîgehan, 53 girtiyên hola 12 a benda 4 birine bo hola hejmar 10.

Wekî nerazîbûna di hemberî vê kiryarê, girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirine, û dixwazin ku vegerin bo benda hola hejmar 12.

Çavkaniyeke agehar ji girtîgeha Recayîşehrê bi Ajansa Kurdpa ragehand: Di dema nûsaziya hola hejmar 10 de, 40 dûrbînên veşartî û 64 dezgehên guhdarîkirinê di nava vê salonê û hemû odeyên wê û heta di nava servîsên tendurustiyê û serşokê de hatine danîn. Di vê hola girtîgehê de, yexçal û televîzyon û sîstemên guherîna hewayê, û dezgehên sarkirina avê û telefon tunînin.

Li gora vê çavkaniyê serokê girtîgehê ragehandiye ku ewê bi şertekê kelûpelên girtiyan ji bo wan bibin bo hola hejmar 10, ku ew dawiyê bi nerazîbûna xwe bînin û girevê bişkînin.

Girtiyên siyasî pêdagirî kirine ku ew heya wergirtina hemû kelûpelan, û wergirtina xisara ku li kelûpelên wan ketiye, û heya vegeriyana bo salona 12 dev ji girivê bernadin.

Li gora vê çavkaniya agehdar, serokê girtîgehê îznê nade ku girtiyên nexweş bo derveyî girtîgehê bêne veguhastin, bo dermankirinê.