Lêborîna Navneteweyî bi lidar xistina cezayê qamçîkirina hûnermendekî Kurd bertek nîşan da

20:43 - 1 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Saziya Lêborîna Navneteweyî bi lidar xistina cezayê 100 qamçîk bo hûnermendekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, kiryareke “dirindane û hov” daye zanîn.

Saziya Lêborîna Navneteweyî, bi bertek nîşandan bi cezayê 100 derbeyê qamçîkî bo “Peyman Mîrzazade”, hûnermendî Kurd ê di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de daye zanîn ku, bi lidar xistina wê cezayê, vê yekê nîşan dide ku sîstema dadweriya Îranê dirindane ye.

Lêborîna Navneteweyî daye zanîn ku, hovîtî ye ku, “Peyman Mîrzazade” ketiye jêr bandora cezayeke wiha, û ew sîstema dadwerî dirindane dikine yasayî.

Lêborîna Navneteweyî pêdagir kiriye ku, lidar xistina cezayê qamçîk a wî hûnermendî Kurd selmandina cezayê ye, û li gorî yasaya navneteweyî, bi tawan tête hejmar û hikûmeta Îran dibe ew kiryare û kiryarên din ên wekî cezadana laşî û birîna endamên laş hilûşîne.

Wê Saziya Lêborîna Navneteweyî, daxwaza demdesta azadkirina wî hûnermendî Kurd kiriye.

Roja Yekşemî 6`ê Gelawêjê, cezayê lêdana 100 qamçî bo “Peyman Mîrzazade” hûnermendî Kurd, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, li taya 4 a dadgeha tawanên wî bajarî hate lidarxistin, û navbirî li derheq wî cezayê ku bi ser wî de hatiye sepandin destavêtiye bi gireva birçîbûnê.