Lêborîna Navneteweyî: %55 a îdaman, di Îranê de rû didin
17:32 - 11 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî di amara herî nû ya xwe de, belav kir ku bi bê berçavgirtina welatê çîn, %55 ji Îdaman di asta cîhanê de, di Îranê de rû didin.
Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî roja 22`ê Xakelêweyê di rapora xwe de belav kir, ku 567 a îdaman, di sala 2016`an de, di Îranê de, hatine birêvebirin.
Li gora vê raporê, aliyê kêm 33 mînakên îdamê, di sala 2016`an de, li ber çavên xelkê hatine birêvebirin.
Li gora raporê, aliyê kêm du kesên tawanbar ku di dema nûciwaniyê de, tûşî tawanê bûne, bidarvekirina wan berevajiyê rêkevtinname û biryarnameyên navneteweyî bûne. Herwisa 8 jin jî, hatine îdamkirin.
Şiyarasin Corciyo ji rawêjkarên Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî dibêje: Metirsiya vê yekê heye, ku gellek caran rejîm hejmara rast ya îdaman belav neke, û veşêre.
Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî ji aliyê parêzerekî Îngilîzî ve bi navê Pîtir Bininson, di sala 1961`an de, li bajarê Londonê hate avakirin, û armanca vê rêkxirawê, bergirîkirin bûye ji mafê mirovan.