Lêborîna Navdewletî dilgiraniya xwe ji zêdebûna îdaman li Îranê nîşanda

14:28 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Lêborîna Navdewletî bi belavkirina raportekî, daliqandina 694 kesan li Îranê( ji destpêka sala nû ya zayînî heya niha), wek bîlançoyek bi sosret wesifand.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî 23`ê tîrmehê, rêxistina Efûya Navdewletî bi belavkirina raportekî, dilgiraniya xwe ji zêdebûna hejmara haletên daliqandinan li Îranê da xuyandin.

Wê saziyê ragihandiye: Dezgehên qezayî ên Îranê ji destpêka sala 2015`an heya niha, 694 kes li wî welatî bi darve kirine.

Di nava wan kesên îdamkirî de, 4 zindaniyên siyasî yên Kurd bi navên Elî û Hebîb Efşarî, Sabêr Muxelid Muwane û Mensûr Arvend jî cih digrin.

Lêborîna Navdewletî di berdewamiya raporta xwe de tekez kiriye: Di egera berdewamiya daliqandinan li Îranê, heya dawiya evsal hejmara îdaman dê bigehe hezar kesî ku ew bi wî welatî re cihê şermizariyê ye; jiber ku welatiyên xwe bê darizandin didaliqîne.

Pêştir jî Ehmed Şehîd raportêrê taybet bi Neteweyên Yekbûyî di kar û barên Îranê de, raghandibû ku bi hatina ser kar a Rûhanî, ne tenê rewşa mafên mirovan li wî welatî baş nebûye, belkî xirabtir jî bûye.

Gorî amarên li ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomarkirin, hejmara haletên Îdamkirî di Îranê de, li sala 2014`an bi berhevdan ligel sala 2013`an sedî 2 û bi berhevdan li gel sala 2012`an jî, sedî 67 zêdebûn bi xwe dîtiye.