Lêborîna Navdewletî: `Bila Saman Nesîm dadperwerane bê darizandin`

20:04 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî vê yekî ku eşkere bû Saman Nesîm zindaniyê siyasî yê Kurd (bi derbasbûna 145 rojan ji çarenivîseke nezelal), hevdîtin bi malbata xwe re pêk aniye, rêxistina Efûya Navdewletî li ser rewşa wî daxuyaniyek belav kir.

Li go rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rêxistina Lêborîna Navdewletî ji dezgehên qezayî yên Îranê daxaz kiriye ku Saman Nesîm bi awayekî dadperwerane bê darizandin û eşkenceyên bi ser wî bên rakirin.

Saman beriya niha bi 4 salan bi tometa alîkarîkirin li gel partiyeke opozisyo a hikûmeta îsalmî ya Îranê û hember Xwede derketin, bi cezayê daliqandinê hatibû tometbarkirin.

Piştî derbasbûna 5 mehan bi ser çarenivîsa nediyar a wî girtiyê siyasî ê Kurd re, her wiha belevbûna nûçeyên cihê ji hev derbareya daliqandin yan sirgûnkirina wî re, beriya niha bi midetekî parêzer û malbata wî zindaniyê siyasî, ragihandin ku me bi wî rê hevdîtin pêkaniye.

Bi gotina wan kesane Saman Nesîn lihalê hazir li zindana Zencana Îranê dimîne.

Di beşek di daxuyaniya Lêbirîa Navdewletî de hatiye: Saman Nesîm di dema binçavkirinê de kêmtir ji 18 sal temen bûye û pejirandina hukmê darvekirinê bo wî temenî, dijayetîkirin li gel peyman-nameya mafên zarokan e.

Pêwîste bê gotin ku peyman-nameya mafên zarokan beriya niha bi 20 salan ji aliyê Îranê ve jî hatiye wajokirin.

Bi gotina rêxistina navborî, di egera daliqandina Saman Nesîm de, Îranê ew peyman-name pêpeskiriye. Eva di demekê de ye ku pêştir jî Îranê sînorek bo wê peyman-nameyê nehîştiye; ji sala 2014`an heya niha 13 zarok ji aliyê karbidestên hikûmeta îslamî ya Îranê ve hatine daliqandin.