Lawik Pîranşarî li sedem sir û seqe de qerisî

12:19 - 12 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji Pîranşar, li dewerên sînoriyên Kurdistan, li sedem sir û seqemê de canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Duşem, 19ê Reşemê( 10 March 2014), lawik bi navê Salar Bîkşo, 28 salî, kurê Osman, ji xelkê Pîranşar, li sedem sirê de qerisî û li incam de bû sedema can ji dest dana vî.

Ev law, li ciyik bi navê Kanî Xuda li ser sînorê Kurdistana Îran û Herêma Kurdistan, tûşî vê qewimiyê bûye û termê vî, ji aliyê xizm û kesên vî de hatiye peyda kirin.

Heya weşana vê nûçê, termê Salar, nedane malbata vî û li nexweşxana Pîranşar de ragirtine.

Welatî û Kolberên Kurd bi dom lidema sir û seqemê de tûşî wan cur qewimiyan dibin û hindik car jî bi midê çend rojan termên wan nehatine peyda kirinê.

Mideyik pêş niha li dema befir ketina zor û ketina sir û seqem li dewerên çiyayiyê Ormiyê li ser sînorê welatê Tirka, 4 Kolberên Kurd ji xelkên dewera Mirgewera Ormî, canê xwe ji dest dabûn û termên wan paşî çend rojan bin befrê de derxistin.