Lawik paşî berdan ji girtêgehê xwe kuşt

13:09 - 14 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: lawik 23 salî ji xelkê yekik ji gundên şarê Ormî, paşî berdan ji girtîgehê, kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Hemîd Xurasanî, 23 salî, rûniştiyê gundê Xalid Ava li Ormî, bi hegera pirsgirêkik komelî hatibû girtin, paşî berdan ji girtîgehê, hewla xwekujiyê da û li sedem de canê xwe ji dest da.

Bi gotina serekaniyik agadar ji vê qewimiyê; ev lawê Kurd, mideyik pêş niha de, jina xwe berdabû, ku li sedem deskurtiyê, nekarîbû maraya jina xwe bide ku li incam de li roja Pêncşema borî de, bi rewşa xwedarda kirinê, kutayî bi jîna xwe anîbû.

Sosyolog, hegerên bingehînên ji hev cida bûna jin û mêr, bi komik faktên mîna, pirskirêkên sex, hejarî, bêkarî, tûşbûn bi narkozan û bi mêr dana zordestî li civakê de wedigerînin û pirsgirêka telaq li civaka Îranê de ku li sedem wan faktan, li midê wan çend salên borî de bi rewşik ejêb zêde dike.

Gorekî statîstîkên dezgeha tûmar kirina aliyê kesitiya Îran, li her saetik de 16 rewşên telaq li Îranê de tên tûmar kirin, ku bisporên civakî, hejmara çoyê seriya telaq li vî welatî de bi zelzela veşartî binav dikin, ew jî li demik deye ku gorekî statîstîkên vê dezgehê, zevicîn li parêzgeha Azerbaycana rojava, %53 kêm kiriye û li parêzgeha Kurdistanê dejî, %12 hatiyê nişîv.