Lawik Mihabadî bi 10 salan hews hate mehkûm kirin

21:36 - 26 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: dadgeha inqilaba şarê Mihabad, welatiyik Kurd ji xelkê gundê Îndiqaş ser bi vî şarî, bi 10 sal hewsa teizîrî mehkûm kir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li midê çend rojên borî de girtiyik bi navê Samrend Ferehmendî, 23 salî, kurê Kamil, bi tometa êminî, hukmê dem dirêj jêre birî.

Ev lawê Kurd, pêştir jî ji aliyê hêzên asayişê de hatibû bang kirin û ketibû ber jêpirsînan.

Tê gotin; Samrend Ferehmendî, ji aliyê senterên êminiyê de dosyeyik nû jêre anîne pê û bi vê hegerê, 10 sal hewsa teizîrî serde sepiye.

Mideyik pêş nida de jî, 7 xebatkarên çandiyê Kurd li şarê Pawê, bi tometa xebata propaganda bo yekik ji partiyên Kurdan li ser Face Book, ji aliyê dadgeha inqilaba vî şarî de, her yek ji wan bi 6 heyv hewsa teizîrî hatibûm mehkûm kirinê.