Lawik Bokanî li incama revîn ji destê hêzên Emakin de canê xwe ji dest da

15:38 - 10 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: lawik Kurd ji tirsa hêzên ser bi dezgeha Emakina şarê Bokan, li nêzî Parka Sahiliya vî şarî, xwe xiste nawa avê û li sedem de kutayî bi jîna vî hat.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva 17ê reşemê( 8 March 2014), kesik bi navê Mehdî Ebdullahî, 24 salî, kurê Mihemed, ji tirsê hêzên emakina şarê Bokan, xwe xiste nawa çemê vî şarî û li sedem de xendiqî.

Bi gotina serekaniyik agadar, Mehdî Ebdullahî ku bi Mehdî Patol dihate nasîn, li dezgeha dadweriya şarê Bokan de, dosye bo anîbûn pê.

Serekaniyê ev jî xiste rû, hêzên emakinê li dema girtina Mehdî li parka Sahilî de ketiye ber lêdan û bêrêzî kirinê û evî jî ji tirsa canê xwe ji sedtê wan de reviye.

Malbat û hevalên vî lawê Kurd, termê vî li nêzî parka sahiliya şarê Bokanê peyda kirine.

Gorekî wan foto û vîdeoyê ku hatine weşîn, hêzên intizamî û ajanên bi kinc-sivîl yên hukûmeta islamiya Îran, li dema girtina welatiyan de, bi mainê curbicur, xirabtirîn riftarê tev wan dikin.

Her wisa gorkî wan raportên ku li ajansa nûçe gihaniya kurdpa hatine weşandin; heya niah çendîn hevwelatî li dema girtina wan ji aliyê hêzên hukûmî de, bi dirinde tirîn rewş, tûşî lêdan û îşkencan dibin û pitir caran jî welatî li sedem riftara wan hêzan de canê xwe ji dest didin.