Kute Fîlmek li ser jiyana “Jinên jibîrkirî berhem hat” +Fîlm

16:03 - 2 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Dezgeha Warvîn bo eşkere kirina rewşa tal a jinan li herêma Kurdistanê û Îraqê, kurte fîlmek li ser jiyana wan jinên ku kes û karên wan li teroran de bûne qurbanî,çêkir.

Lence Ebdula berpirsyarê Dezgeha Warvîn di hevpêvîneke telefondî de tevî ajansa kurdpa ragehand: di kurte fîlma han de hevpêvîn tevî 25 jinan li neteweyên cûrbicûr ên parêzgahên Kerkûk û Musil wek:Kurd, Ereb,Tukemen hatiye kirin ku bi hûrî bas ji jiyana xwe dikin.

\"11342.jpg\"
Lence Ebdula berpirsyarê dezgeha Warvîn basê vê yekê jî kir ku jinên han serbarî gazindan ji peravêz xistinê û jibîr kirinê, bi zimanê xwe bas ji jiyana pir zehmetiya xwe dikin û daxwaza alikariyê dikin.

Kurte fîlma 10 dqîqeyi a “Jinên jibîr kirî “bi alikariya “Pira Roşenbirî jibo tenahiya Îraqê”li sînorê 2 parêzgehên Mûsil û Kerkûkê hatiye çêkirin.

Kurte Fîlma “Jinên jibîr kirî”