Kuştina zarokik 5 salî li Ormî bi destê babê xwe

12:21 - 26 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Bi hegerik neron, li yekik ji gundên herêma Ormî, zarokik 5 salî, ji aliyê babê xwede hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li gundê “ Qere Qaç”a şarê Ormî, zarokik ji aliyê babê xwede bi derba gulle, canê wî-wê, jê hate sitandin.

Ew qewimiya, roja Şemî, 3ê Reşemê(22 February 2014) de hatiye pêş, heya niha jî hegera kuştina vê zarokê ron nebûye.

Çi qas ku heya niha hegera kuştina vê zarokê ron nebûye, lê ji awirê xebatkarên civakî, ew cur qewimiyane, pitir girêdayî bi tund û tîjiya naw malan de heye.

Ew xebatkarane, nebûna yasa ser bi dû çon û sizadana kirarên tund û tîjiyê, bi bandortir bûna kultûra eşîretî, hejarî û pirsgirêkên aborî, tûş bûn bi narkozan, nebûna hewldanik serast bo ji holê rakirina curên tund û tîjiyê li civakê, bi hegerên zêde bûna tund û tîjiyên naw malê tînin hisêb.

Xebatkarên aliyên civakî, kuştina jinan li bin navê parastina namûs, xwekuştin û xweşevitandin, bi sêdaredan û birîna endamên beden li ber çavên xelk li bin navê bi rêbirina yasa û fermanên Islam û zevicandinên bi zordestî, bi hegerên zêde bûna tund û tîjiyê digerînin.