Kuştina Kasibkarên Kurd Dom dike

13:54 - 9 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Kasibkarek din yê Kurd li Sînorê bajarê Makoyê bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha Kasibkarek Kurd binavê Secad Çûpanî temen 30 sal û xwediyê jin û zarokan li çiyayên dinavbera Mako û Bazirganê bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hat kuştin.

Çavkaniyek haydar li bajarê Makoyê bi ajansa Kurdpa ragehand: Termê kasibkarê Kurd piştî 3’ê demjimêran ji aliyê xelkê herêmê hat peyda kirin.

her wisa Roja Duşem berwar 8’ê Nîsanê kasibkarek din yê Kurd binavê “Mihemed Kerîmpûr li Sînorê “Seyranbend”a ser bi bajarê Bane ji aliyê hêzên eskerî yên Komara Îslamiya Îranê hat Kuştin.