Kuştina hemwelatiyekî Merîwanî ji zimanê şahidhalê bûyerê ve

21:15 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Çend roj piştî kuştina kasibkarekî bajarê Merîwanê, kesekî şahidhal rastiyên bûyera han bo Kurdpa bas dike.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Kurdpa, demjimêr 10’ê Şev roja 20’ê Sermawezê, kasibkarekî devera Merîwanê bi navê Cemal Rastxane kurê Hesen, bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê canê xwe ji dest dide.

Cemal Rastxane temenê wî 33 sal bûye, û bavê du zarokan e, ku li devera serşîwa Merîwanê bi mehaneya hilgirtina barên qedexe ketiye ber gulleyên hêzên çekdar ên rejîmê.

\"29161.jpg\"
Cemal Rastxane
Kesekî şahidhalê bûyera han, ku nexwast navê wî eşkere bibe, di pêwendiyeke telefonî, tevî Ajansa Kurdpa de ragehand: “Cemal Rastxane tevî yek ji hevalên min bi navê Xalîd bû, û piştî vê ku barê xwe xalî dike, di dema vezivirînê de dikeve ber gulleyên rejîmê û tirombêla wî werdigere”.

Şahidhalê han di dirêjiya gotinên xwe tevî Ajansa Kurdpa de got: “Hêzên rejîmê bo heyama sê demjimêran derfet nedane hemwelatiyên Kurd, ku biçin bo cihê bûyerê û eva di demekî de bû ku Cemal Rastxane ku hêj zindî bû û hawar dikir ku min rizgar bikin, û rejîmê derfet nedida ku wî veguhêzin bo nexweşxanê, mixabin dema ku îzna xelkê dan, Cemal Rastxane canê xwe ji dest dabû”.

Kesekî xizmên nêzîk Cemal Rastxane Ajansa Kurdpa agehdar kir û got ku malbata navbirê piştî ku zanîn rejîmê îzn nedaye, pir dilgiran bûn, û biryar dane ku tola xwîna kurê xwe vekin.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Kurdpa, termê Cemal Rastxane piştî vê ku veguhastin bo nexweşxane, nedane malbata han û piştre bi navbijîvaniya Omîd Kerîmiyan, nûnerê bajarê Merîwanê termê Cemal Rastxane radestî malbata wî kirin.