Kuştina du bizinên kîvî ji aliyê berpirsekî hikûmetî ve ku bêdengî jê hat kirin

20:12 - 27 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Îdareya Jîngehparêziya bajarê Ciwanro, derheq bi kuştina du biznekîviyan li ser çiyayên bilind ên Şaho, bêdeng man.

Li gor nûçegehanê Ajansa Kurdpa, berpirsê hikûmetî li bajarê Ciwanro, bêy vê ku moleta yasayî hebe, du biznekîviyên ser çiyayê Şaho kuştine.

Nûçeya kuştina wan du biznekîviyan bi çeka Birno hate ragehandin.

Nûçegehanê Ajansa Kurdpa ragehand, ev kesê ku biznekîvî kuştine, bi navê “H.M” û berê jî berpirsê banka Millî ya bajarê Ciwanro bûye.

Kuştina du biznekîviyan, ji aliyê rêkxistina jîngehparêzan ve wekî “tirsa jinavçûyna ajelan” tê hesibandin.

Kuştina ev du biznekîviyan di demekî de ye ku ev demsala, dema zayîna biznekîviyan e.