Kuştina bi şik ya welatiyik Mihabadî bi lêdana gulle

12:30 - 10 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji taxa Gumrika şarê Mihabad, ji aliyê kesên nenaskirî bi derba gulle hate kuştin.

Gorekî raporta ajanasa nûçe gihaniya Kurdpa, Bextiya Mestanî, rûniştiyê taxa Gumrika şarê Mihabad ku bi derba gulle hatibû kuştin, roja 15ê Sermawezê, termê vî hate dîtin.

Heya niha bukuj an bikujên Bextiyar Mestanî eşkere nebûne, lê welatiyên ji Mihabadê ser wê bawirêne ku ev welatî ji aliyêhêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê bi lêdana gulle kuştine.

Her wisa malbata Mestanî, ragihandiye ku kurê wan, pirsgirêk tev çi kes de çinebiye.

Termê Bextiya Mestanî ji aliyê welatiyan li nêzî bendava Mihabad hatiye peyda kirinê û heya niha jî hegera kuştina navbirî nehatiye zanîn.