Kuştina 7 ser hesp, û girtina 13 barên kasibkaran

20:00 - 30 Îlon 2017
Ajansa Kurdpa: Henga sînorî ya hikûmeta Îranê, di navçeya Alan a Serdeştê, hejmarek kasibkarên kurd dane ber gulleyan, û 7 ser hespên kasibkaran, di vê destrêjiyê de kuştin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, li rêkewt 7`ê Rezberê, di dema şevê de, bi teqeya henga sînorî di navçeya Alan a Serdeştê 7 ser hespên kasibkaran hatin kuştin, û herwisa 13 ser hespên kasibkaran bi bar ve dest bi ser de hate girtin. Ew bûyer di cihekî de, bi navê Bêndirwê li pişt gundê Bêjwê ya navçeya Alan a bajarê Serdeştê rû daye.

Di vê destrêjiyê de, 7 ser hespên kasibkaran hatin kuştin, û henga sînorî herwisa dest bi ser 13 ser hespên kasibkaran bi bar ve girtin.

Li gora benda A ji madeya 2 ya yasaya derheq barê qaçax, hekî alavên qaçax nirxa wê kêmtir be ji 1 milyon Tûmenî, tu cezayeke wê tuneye, û piraniya caran, ew kelûpelên ku kolber hildigrin, ji vê rêjeyê kêmtir e ku ew ceza wan bigre, lewra dibe ku tenê kelûpelên wan bêne zewtkirin.

Karê kolberî û kasibkariyê, tenê çavkaniya dahata xelkê navçeyên sînorî ye, lê rojane ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê ve sivikatî bi wan tê kirin, û gellek caran jî berbirûyê mirinê dibin.