Kuştina 4 kolberan di heyama kêmtir ji du heftiyan de

18:42 - 20 Îlon 2021

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê di heyama kêmtir ji du heftiyên derbasbûyî de li ser sînorên Merîwan, Bane û Serdeşt, 4 kolberên Kurd kirine amanca teqeyên xwe yên rasterast û kuştine.  

Herwisa bilî wan 4 haletane, kolberekî Kurd yê din ê bi navê “Şoket Qurbanî”, kurê Êvez û xelkê gundê “Dizawer” ê ser bi bajarê Nodşeyê, di dema kolberiyê de bi sedema sekinîna dil, canê xwe ji dest daye.  ew kolbere rastî hêzên leşkerî yên hikûmetê hatiye û bi sedema tirsê, tûşî sekinîna dil bûye û canê xwe ji dest daye.

Di piraniya haletan de, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqeyên rasterast li kolberan dikin û bê guman dikarin bêjin ku teqeya rasterast a wan hêzan bi awayekê ye ku dêxine stuyê yekî din û di haletên wekî teqeya rasterast a kolberekî bi navê “Mihemedemîn Qadirî” ku teqe li dilê wî hatibû kirin, hate kuştin û bikirên wan teqe û qetilane, ji aliyê hikûmetê ve piştivaniya qezayî jê tê kirin.

Roja Çarşemî 17`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Sîrwan Gulzarî” xelkê gundê “Ceşnîava” yê girêdayê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê ji bilindahiya sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.

Şeva Yekşemî 21`ê Xermananê, kolberkî Kurd yê bi navê “Resûl Kerîmî”, kurê Kerîm û xelkê bajarê Banê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, cane xwe ji dest da.

Roja Pêncşemî 25ê Xermananê, kolberekî kurd ê bi navê “Mihemedemîn Qadirî, kurê Salih û xelkê Baneyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Meran”ê yê wî bajarî, canê xwe ji dest da. 

Şeva 27`ê Xermananê, kolberek bi navê “Umîd Mihemedzade”, temen 39 salî, xelkê gundê “Girwês” û rûniştiyê bajarê Rebetê li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da.

Pêka amarên tomarkirî ku li navenda Amara Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê gihîştiye dest, li meha Gelawêja îsal, 24 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarbûne (2 kuştî û 22 birîndar).

Herwisa pêka amara 10 sale ya “Kurdpa”yê li derheq kuştina kolberan di Kurdistanê de, li destpêka sala 1390`an heta dawiya sala 1399`an a Rojî, bi giştî 1506 kolber di Kurdistanê de, hatine kuştin û birîndarkirin.

Kuştî: 515 halet

Birîndar: 986 halet

Bêserûşûn: 5 halet