Kuştina 3’ê Leşkêrên Îranê li herêma Merîwan û Banê

13:13 - 29 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li çiyayên Herêmên Banê û Merîwanê 3’ê leşkerên Îranî li şer û pevçûnekê de dinavbera çend çekdarên nenaskirî de hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavknaiyek herêmî li bajarê Banê,çend rojan beriya niha li çiyayên herêma Banê û Merîwanê,3’ê Leşkerên hêêzên Întizamî yên Îranê li şer û pevçûnekê li gel desteyek ji çekdarên nenaskirî de hatin kuştin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi kes û aliyekê nûçeya vî şerî bilav nekiriye û her wisa çavkaniyên Îranî û nûçegîhaniyên Îranî jî nûçeya han bilav nekirine.

Ji aliyeke din, hejimara kuştiyên şerê çiyayê “Çil Çeme”ya herêma Dîwanderê ku çend rojan beriya niha dinavbera hêzên Îranî û desteyek ji çekdarên nenaskirî de hatibû holê,pitir ji 25 kesan bûne qurbanî,lê Sipaha Pasdaran bi qestî hejmara kuştiyan bilav nekirine.

Bi gotina çavknaiyê piraniya kuştiyê Sipaha Pasdaran xelê bajarên Banê û Bîcarê ne.

Li heyamê bihûrî de çendîn şer û pevçûnên xurt yên leşkerî dinavbera hêzên dewleta Îranê û gitupên çekdar yên nenaskirî hatine hole ku hemû kuştiyên wan welatiyên Kurd bûne.