Kuştina 3 Kurdên DAÎŞ’î û gihîştina 11 Kurdên Kirmaşanî bi wê girûpê

19:12 - 19 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Di heyamê 2 hefteyên borî de 3 welatiyên Kurd ên Mihabadê, di nav refên DAÎŞ’ê de hatin kuştin û tê gotin 11 Kurdên parêzgeha Kirmaşanê jî di nav wê girûpa terorîstî de hatine bi cî kirin.

Li gorî raporta nûçegihaniya ajansa Kurdpa li Mihabadê, di heyamê 2 hefteyên borî de 3 xortên16 heya 20 salî, di nav refên DAÎŞ ê, li şerê qaşoyî pêşmergeyan de hatine kuştin.

”M.N” temen 16 salî û“Ş.N”temen 20 salî, her wisa “R.S”, ji wan kesane ku di refên DAÎŞ’ê de hatine kuştin. Peyamnêrê Kurdpa ji zarê welatiyekî ragihand:”Malbatên wan 3 kuştiyan termê xwe wernegirtine lê ji kuştina wan hatine agahdar kirin”.

Welatiyên nav birî akinciyên taxên“Berî Şîlanan, Mela Xelîl û Baxê Şayegan”ên Mihabadê ne.

Bi gotina şahîdan, li malbata wan kuştiyan konê serxweşiyê hatiye lidarxistin û hindik xelk serdana wî mekanî dikin.

Li gor agahiyên herî dawî, 3 kuştiyên Kurd ên DAİŞ’î, di eniyên şer ên dij bi Pêşmerge, li Kerkûk û deverên derdora Nûsilê de, hatine kuşt in.

Hêjayî gotinê ye ku nav û nasnameya wan 3 Kurdên DAÎŞ’î, ji aliyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa ve, hatiye parastin.

Ji aliyêkî din ve girûpa DAÎŞ’, ji riya torên xwe ên medyayî(Piştîvanên Xelîfîtî) re ragihandiye ku di wan dawiyane de 11 ciwanên Kirmaşan, Serpilzehab û Riwanser, li Rojhelatê Kurdistanê ku bi ‘’Mohacir” bi nan dike, gehîne bi wê girûpê.

DAÎŞ’ qala vê hindê jî kiriye ku ew 11 ciwane bi armanca Xeza(Cîhad) ê, bera xwe dane Diyaleya Îraqê û li wir tevlî wê girûpê bûne.

Xelîfîtî a dewleta Îsmî a Îraq û Şam (DAÎŞ), pêştir jî di lapera facbook a xwe ya bi navê ”piştevanên xelîfîtî” yê de nivîsîbû: “Di heyamê 10 rojan de 23 ciwanên Kurd ên bajarên Bokan, Mihabad, Seqiz û Ciwanro tevlî Xelîfîtî a Îslamî bûne”.

Pêştir Mesrûr Barzanî, şîretvanê Encûmena ewlekarî(Asayêş) a Herêma Kurdistanê, di hev peyvînekî ligel rojnameya “Şerqulevset” de, hejmara Kurdên ku di nav DAÎŞ ê de ne, 200 kes îlan kiribû.