Kuştin û birîndarbûna 12 kolberan di meha Xakelweya sala 1400`an de

18:23 - 21 Nîsan 2021

Li gor amara ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ve hatiye tomarkirin, di meha Xakelweya sala 1400`an de, bi giştî 12 kolber hatine kuştin û birîndarbûn.   

Kuştî: 3 kes 

Birîndar: 9 kes

Kuştin û birîndarbûna wan kolbera bi vî awayê ye:

Teqa rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 8 halet

Teqeya hêzên yên Artêşa Turkiyê: 2 halet

Bi sedema sir û seqemê: 1 halet

Li meha Xakelêweya sala 1400`an 12 kolber li ser sînorên; Selmas, Newsûd, Şino Çaldiran, Bane û Serdeştê hatine hatine kuştin û birîndarbûn.    

Dibe bê gotin:

Fehîm Mamendqizilkendî, xelkê bajarê Selmasê, li destpêka sala 1400`an, bi sedema sir û seqemê li ser sînorê bajarê Selmasê canê xwe ji dest dabû.

Hesen Keçelanlû, xelkê gundê “Balixçî” yê ser bi bajarê Çaldiranê, li rêkevta 26`ê Xakelêweya sala 1400`an, bi sedema teqeya lêzên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê, li ser sînorê bajarê Çaldiranê canê xwe ji dest dabû.

Herwisa, Hîwa Qadirî xelkê bajarê Serdeştê, li rêkevta 28`ê Xakelêweya sala 1400`an, bi sedema lipeykevtina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê û berbûn ji bilindahiya sînorê “Sarduwa” yê ser bi bajarê Serdeştê canê xwe ji dest dabû.

Li gor amara ku ji aliyê Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê ve hatiye tomarkirin;

Li sala 1399`an bi giştî 231 kolber li Kurdistana Îranê hatine kuştin û birîndarbûn. (58 haletên kuştî û 173 haletên birîndarbûn)

Ev amare bo 9 salên derbasbûyî yên Rojî (li destpêka sala 1390`an heta dawiya sala 1399`an), bi giştî 1506 kolber bûne. (515 kuştî, 968 birîndar û 3 kolber jî bê serûşûn in)

Amadekar: Evîn Mistefazade