Kuştin û birîndar kirina kasibkarên kurd ji aliyê Îranê ve berdewam e

14:35 - 26 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: hêzên Întzamî yên rejîma Îslamîya Îranê li sinûrê Başmaxê 2 Şifêrên Kurd birîndar kirin.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’ berwar 5ê Befranbar ê, hêzên Întzamî yên Îranê li nêz bajarê Merîwanê û li cihekî sinûrî ê binavê Başmax , bi egera hebûna Qazolê teqe li tirombêleki Pêkan kirin ku li encam de şifêrê tirombêla han ê binavê Yûsif ku xelkê gundê Kolan, seba teqeya hêzên rejîmê bi xûrtî birindar bû.

çavkanîyek haydar bi ajansa kurdpa,ê’ ragehan ku: di encama êrîşa hande şifêrê tirombêlekî din bi navê Hisên jî birîndar bû.

piştî teqeya hêzn rejîmê ev du kese seba xûrt bûna birînên wan, şandine nexwşxaneya bajarê Merîwanê.

heyamek berî niha jî hevwelatiyên Kurd ê bi navê Îbrahîm Cehanara xelkê Pîranşehrê li cihekê de binavê” Xorinc a Serê Meydan” ê, ji aliyê hêzên ser bi Pasigaha “Likbin”ê teqe lê hatibû kirin û canê xwe ji dest da.

sedema piraniya kuştina Kolberan, êriş kirina hêzên şekdar yên Êranê ne, niha hêzên çekdarî ji bo êriş kirinê cil û bergên Kurdî lixwe dikin.
Her wiha, beşeke din yên van Kolberan bi mînên şandinî yên hêzên bergiriyê tên qurbanî kirin.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, li destêka Sala nû ya rojî heya niha 32 wilatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê bi şik a hebûna kelûpelên qaçax bi destên hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndar kirin..