Kuştin û birîndar kirina 5 welatiyên Kurd li bakûra Îranê

15:49 - 8 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: 5 welatiyên Kurd li parêzgeha Mazendera a bakûra Îranê bi teqeya hêzên dewleta Îranê hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemiyê berwar 4’ê Gulana 2013’an 5 welatiyên Kurd li bajarê Sarî a ser bi parêzgeha Mazenderanê bi bê çi sedemek diyar, ji aliyê hêzên leşkerî yên komara Îslamiya Îranê kevtine ber destrêja hêzên Komara Îslamiya Îranê û li encam de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û 2 kesên din bi xurtî hatin birîndar kirin.

Çavkaniyek haydar li bûyerê bi ajansa kurdpa ragehand: Navê yek ji welatiyan “Ebdulla Mistufî” û xelkê bajarê Seqizê hatiye ragehandin. Her wisa 4 kesên din xelkê bajarên Pawe û Ciwanroyê bûn.

çavkaniyê got: Ew 5 welatiyane bi bê çi sedemek diyar ji aliyê hêzên dewleta Îranê kevtine ber destrêjê û li encamp de hatine kuştin û birîndar kirin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê, nasnameya wan 4 welatiyan Kurd nehatiye zanîn.

Her wiha roja Şemiyê berwar 4’ê Gulanê hêzên Întizamî yên dewleta Îranê di rêya navbera Sawe û Tehranê teqe ji tirombêla kasibkark Kurd yê xelkê bajarê Pawê bi nave Nebî Ebdullahî kirin ku li encamp de cane xwe ji dest da.

Her li encama teqeya wan hêzane de 2 kesên din yên binavê Salih Salihîfer temen 28 salî û xelkê gundê “Serkeran” û “Mêhdî Ebdullahî”xelkê gundê “Banever” hatin kuştin.