Kuştin û birîndar kirina 4 Kolberên Kurd li herêma Makoyê

14:16 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Li encama teqeya hêzên nizamî yên Komara Îslamiya Îranê de 4 Kolberên Kurd li herêma Makoyê hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, şeva Pêncşemiyê berwar 18’ê Tîrmeh Kolberek Kurd yê binavê “Elî Azîn”temen 18 salî û kurê Xelîl û xelkê gundê “Behlûle”ya ser bi bajarê Makoyê li encama teweya rasterast ya hêzên nizamî yên Komara Îslamiya Îranê canê xwe ji dest da.

Her wiha li encama vê teqeyê de 2 bira bi navên “Hesen Pûr Mehmûd”temen 26 salî û “Mehmûd Pûr Mehmûd”temen 22 salî , kurê Osman û her wisa Kolberek din yê binavê “Paşa Pûr Mehmûd”yê temen 23’ê salî û kurê Mihemed Emîn û xelkê gundê “Dêm Qişalaq”ya ser bi bajarê Makoyê bi xurtî birîndar bûn.

Li gor gotina çavkaniyek haydar Hesen Pûr Mehmûd li encama teqeya hêzên nizamî yên Komara Îslamiya Îranê de bi xurtî hatiye birîndar kirin û pizîşkan rewşa saxlemiya navbirî gelek xirab ragehandine û li heman demê de Paşa û Mehmûd jî ji aliyê ran û pê we hatine birîndar kirin û niha li nexweşxaneyê dibin çavedêriya pizîşkî dene.

Çavkaniyê ragehand ku çend kesên din jî hatine birîndar kirin lê ji tirsa hêzên dewleta Îranê neçûne bo nexweşxaneyê .

Di vê bûyerê de ku li Çiyayê “Sarî Çemen”li sînorê Îran û Turkiyê çêbûye,pitir ji 120 ser hespên Kasibkaran bi teqeya hêzên dewleta Îranê hatine kuştin.

Li gor tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li heyamê 1 meha derbas bûyî de 8 Kolberên Kurd bi teqeya hêzên nizamî yên dewleta Îranê hatine kuştin û birîndar kirin.

Ew amare rêjeyî ye û bi piştgirêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn gelek pitir be.