Kuştin û birîndar kirina 2 Kolberên Kurd bi şêlikiya hêzên milîtarî

19:03 - 27 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: 2 Kolberên Kurd ji xelkê herêma Ormî û Selmas, bi şêlikiya hêzên milîtarê hukûmeta islamiya îran, hatin kuştin û birîndar kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Sêşem, 6ê Reşemê(25 February 2014), Kolberik bi navê Arif Pîrotî, kurê Mûsa, ji xelkê gundê “Xanegê”a Tirgewera Ormî, bi şêlikiya hêzên milîtarên ser sînor, hate kuştin.

Tê gotin ; ev Kolberê Kurd li dema zivirîn ji ser sînor, li ciyik bi navê Geliyê Berdereş, ketiye ber şêlikiyê û li sedem de, cîde canê xwe ji dest daye.

Ji aliyik din de, roja Şemiya vê heftiyê, 3ê Reşemê(22 February 2014), Kolberik din yê Kurd, bi navê Wehab Husêynî, 26 salî, kurê Wilayet, ji aliyê hêzên intizamî de ketiye ber gulleyan û li sedem şêlikiya wan de bi dujwarî birîndar bûye.

Ev Kolberê kurd, ji xelkê gundê Birûşxwaran ya dewera Selmase ku li ser sînorê nawbenda Selmas û welatê Tirka, ji aliyê hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê de, şêlikî lêkirine.

Xebatkarên mafê mirov ser statîstîkên Kolberan ragihandine; pêwîste hukûmeta islamiya Îranê, guhirîn li polîtîka xwede çêke û hevdem gere, civaka naw-netewî jî bala xwe bidê vê pirgirêkê û nehêlin îdî Kolberên Kurd bo peydakirina pêjîna jiyanê de, ji aliyê hêzên milîtarên hukûmeta islamiya Îranê bêne kuştin.