Kurte fîlma “Şîley Berd” li festîvalek navdewletî de wê bê ser ekranê

16:51 - 9 Nîsan 2012
Kurdpa: Kurte fîlma “Şley Berd” ji deranîna sînemakarên Kurd Setar Çemenî Gol, li beşa dîkomenta 22’mîn gera fistîvala navdewletî a Fîlama “mîdyawayo” a Mecaristanê wê bê ser ekranê.

Ajansa nûçegihaniya peyamnêr bilav kir ku ew fistîval bi nimayişkirina 76 fîlm ji koma 1068 berhemên hinartî ji sînemakarên 76 welatên cîhanî bo nivîsîngeha fistîvalê li çendînbeşên curbicur, ji wan kurte fîlma çîrokî, dîkomentarî, ezmûnî, û enîmeyşênî ji rojên 7 heya 11 Banemera 1391 li welatê Mecaristanê nirêve diçe.

Kurte fîlma “Şîley Berd” ku ji aliyê kompanyaya sînemayî “Sitak Fîlma Sine” li astê cîhanê de tê bilav kirin, li dawî beşdariya navdwletî a xwe de, çend roj berî niha li beşa dekomenta 30’mîn gera fistîvala navdwletî a fîlma Orogoe li wir hate nimayiş kirin.