Kurte fîlma Hurmeta Mamoste li Dêhgulanê çû ser ekranê+Wêne

16:51 - 14 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Kurte fîlma hurmetgirtin bo mamostayan bi beşdariya xwendevanên dibistana gundê “Meymûnava ”ê ser bi bajarê Dêhgulan hat çêkir in.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, fîlma “Bûyê Îyd ”Bêhna cejnê”, bi nivîsîna derhêner Murteza Yusifî bi alîkariya wezareta Perwerde û Hînkirnê ya bajarên Dêhgulana rojhilatê Kurdistanê û beşa perwerdeyî a gundê Girdmîran li gundê Meymûn ava berhem hatiye.

Derhênerê wê kurte fîlmê armanca xwe ji wî karî, rêzgirtina Mamostayan detsnîşan kiriye.

Beriya niha bi çend mehan bi caran mamostayan ji rewşa xirab a perwerdeyî li welatê Îranê û pirsgirêkên debara jiyana xwe, dev ji kar berdabûn.

Gundê Meymûnava li beşa sîs a ser bi bajarê Dêhgulana rojhilatê Kurdistanê bi cih bûye.

\"25965.jpg\"

\"25966.jpg\"

\"25967.jpg\"

\"25968.jpg\"