Kurdpa/ 604 haletên binpêkirina mafên mirovan di deverên Kurdakincî ên Îranê de (teybet bi Payîza 1393’an a Rojî)

15:01 - 30 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Di berhevkirina salane de, ajansa Kurdpa bi raporteke analîzekirî amara 3 mehane a binpêkirina mafên mirovan, amaje bi 604 haletan dike.

Ew raport ji jêderên agah û bi belgenameyên mitmane( bê îşare kirin bi navên kesekî) tê weşandin.

Di raportê de, hukmê 56 sal zindan bo 9 welatiyên Kurd lêkolîn liser hatiye kirin.

Xişteya 1

Haletên binpêkirina mafên mirovan li deverênê Kurdakincî ên Îranê (taybet bi Payîza 1393’an a Rojî)
\"23924.jpg\"

Li gorî xişteya (1)’em li payîza 2014’an(1393’an a Rojî), liserhev 604 haletên binpêkirina mafên mirovan li Îranê hatine holê.

Piraniya haletên binpêkirina mafên mirovan li Îranê, bi navendên ewlekarî ên wê hikûmetê re elaqedar dibin, bo mînak; di heyamê xwenîşandanên hemwelatyên Rojhilatê Kurdistanê bo destek kirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Kobanê de, zêdeyî 151 hemwelatiyên Kurd hatibûn binçavkirin ku 98 kes ji wan bo navndên ewlekarî hatibûn vexwandin.

Herwiha 100 kes ji Kurdên Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, di dema bertek dan bi Navenda Deng û Rengê Mehabadê (bi sedema bêhurmetî kirin a hunermendê berî ê Kurd, Hesen Zîrek) de, hartibûn girtin û binçavkirin.

Gorî wê serjimêriyê 9 kes ji welatiyên Kurd jî, bi tometên siyasî “ewlekarî”, ji aliyê dozgeryên Înqilab (şoreş) ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bi 56 sal û 10 meh û 2 roj cezayê hepsê hatine mehkûm kirin.

Hêjayî gotinê ye, di wî hayamî de 32 zindaniyên Kurd dest bi gireva birçîbûnê kiribûn ku gireva 28 kes ji wan heya 33 rojan berxwedan kiribûn.

17 girtiyên siyasî ên Kurd di demakê de ku rweşa tendurustiya wan heya sînorê mirinê jî çûbûn, di wî hayamî de ji pêdiviyên bijîşkî bêpar mabûn.

Derb û eşkenceyên girtiyan ji aliyê karbidestên girtîgehan li Îranê ji girîngterên haletên binpêkirina mafên mirovan e ku Ehmed Şehîd di raporta nû ya xwe de liser vê yeke dilgiraniya xwe nîşan dabû.

\"23845.jpg\"
Eşkence û lêdana girtiyên siyasî û eqîdetî, ji girîngtirîn haletên binpêkirina mafên mirovan li Îranê tê hesibandin ku Ehmed Şehîd di wî warî de dilgiraniya xwe nîşan daye
Pêştir Ban Kî Moon sekreterê giştî ê rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), ji nebûna pidiviyên leşsaxî û bijişkî li zindanên Îranê digianiya xwe nîşan dabû û bilav kiribû ku Karbidestên girtîgehên Îranê ji alikarî kirina girtiyan bo tedawî kirinê û veguhestina wan bi nexweşxaneya xwemsariyê dikin ku ewa cihê dilgiranyê ye.

Derbareya veguhestina girtiyên siyasî ên Kurd bo jorên tekekesî, sedemên cî bi cî kirina 3 kes ji wan rexnegirtin ji şert û mercên nav girtîgehê û nebûna pêdiviyên bijîşkî ragihandibûn lê sebaba veguhesitina du kes ji wan nehetibû zelal kirin.

Herwisa 3 girtiyên bi bawerî û du zindaniyên siyasî, bi sedema rexne girtina bêpar kirin ji mafên çavpêkatinê û behsên siyasî li girtîgehê, bi tundî ketibûn ber lêdan û eşkenceyan ku karkerekî Kurd jî di nav wan kesane da bû.

Eşkence û lêdana girtiyên siyasî û eqîdetî, ji girîngtirîn haletên binpêkirina mafên mirovan li Îranê tê hesibandin ku Ehmed Şehîd di wî warî de dilgiraniya xwe nîşan daye.

Haletên binpêkirina mafên mirovan liser xwendekaran:

Xwendekarekî Kurd bi tometa “belav kirina propagendeyan (ekazîb)”, ji demsaleke xwendinê hat bêparkirin, 3 keçên xwendekar bi sedena nebûna xavik û libasên Îslamî (hicab) ê, ji razanxaneyên zanistgehê hatibûn derxistin, herwiha mamostayekî kurd bi sedema li xwe kirina cil û bergên Kurdî li zanîngehê hatibû der xistin.

Mirina keçeke 13 salî û nûbûyeke 3 roje, (bi sedema şaşîtıyên bijîşkî) ji haletên din yên binpêkirina mafên mirovan li Îranê tên hesibandin.

Heftimîn raporta Ehmed Şehîd derbareya binpêkirina mafên mirovan li Îranê, payîza evsal hat belav kirin ku têde amaje bi vê yekê hatibû kirin: Rewşa mafên mirovan li Îranê, nemaze piştî desthilata Rûhanî netenê baş nebûye, belkî ber bi xirabûnê ve jî çûye.

Xişteya (2)

Haletên çalakiyên binpêkirina mafên mirovan li deverên Kurdakincî ên Îranê (payîza 2014’an “1393’an a Rojî”)
\"23927.jpg\"

Zindaniyên siyasî û bi bawer ên Kurd ji aliyê dezgehên dadperwerî û ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve ewlehî tên hesibandin.

Her di vê peywendiyê de çalakvanên siyasî , sivîl, çandî , sinfî û karkerî jî bi sebeba çalakî kirin di warên mafên mirova û torên civakî de, bi tometa têkdana ewlekariya giştî tên tawanbar kirin.

Karzanên mafên mirovan ên rêxistina NY havîna evsal di civînekî de, nebûna parêzeran bo doseyên tawanbaran li Îranê û fetisandina azadiyên hatinî pejiradî ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li welatê Îranê, cihê dilgiraniyê dan diyar kirin.

Xişteya (3)

Navendên piratîk li girtina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê (payîza 2014’an “1393’an a Rojî”)
\"23923.jpg\"

Li gorî lîsteya jorîn hejnara 218 haletan ji aliyê hêzên ewlekarî û 25 haletan jî ji aliyên hêzên leşkerî ve hatine holê.

Ji berhevkirina giştî a 218 haletan, 151 halet di dema xwenîşandanên destk kirina Kobanê de qewimîn e ku piraniya wan binçav kirinan bi awayekî bi kom pêk hatine.

Derheq 67 kesên din ku ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine binçav kirin, çarenivîsa sedî 60 ji wan kesane ne zelal e û malbata sedî 40 ji wan jî ji alyê hêzên hkûmeta Îranê ve hatine vekolan û dest bi ser alavan wan yên şexsî de hatine girtin.

Çavdêrê mafên mirovan di nûtirin raporta xwe de, welatê Îran bi sedema vê yekê ku bi dehan welatiyên xwe seba mefahwergirtin ji mafên xwe yên rewa bi awayekî ne fermî binçav kirine, tawanbar kir.

\"23846.jpg\"
Çavdêrê mafên mirovan di nûtirin raporta xwe de, welatê Îran bi sedema vê yekê ku bi dehan welatiyên xwe seba mefahwergirtin ji mafên xwe yên rewa bi awayekî ne fermî binçav kirine, tawanbar kir
Carnameya Gerdûnî a piştevanî kirin ji şexsiyan, wendabûna neçarî û wendakirina bi neçar, wek bûyer û tiştek bibandor dibîne ku dibe sebeba vê yekê dakû kesê winada kirî û derdorên wî ji azadiyê bên bê par kirin, ew yek li her cihekî pêkbê, cinaye qaşo mirovayetiyê tê binav kirin.

Çavdêrê mafên mirovan di nûtirîn raporta xwe de Îran bi sedema vê yekê ku bi dehan welatiyên xwe ji mafên rewa û serkî bê par kiriye tawanbar kir.

Binêavkirna welatiyan û ronmekirina êarenivîsa wan li Îranê bi 3 arnabcan tê evcamdan:

1.Eşkere nekirina mirina kesên ku bi sedema eşkenceyan li girtîgehan ji yana xwe ji dest didin, pêlên hêrîşa medyayan qaşo hikûmeta Îranê bi pey xwe tîne.

2. pêşî girtin ji lêkolînan derbare ya kêsê ku hatî gitin yan eşkere nekirina cihê wî û hidik caran jî derv derxistina girtina kesê hatî gitin , yam jî înkar kirna wê mijarê (winda kirina rastiyan )

3. Çekirina atmosfereke bi wehşet; xistina tirs û xof ji nav dil xelkê û herwisa îtiraf kişdin ji gitiyan bo heyamekê sînordar kirî.


Hikûmeta Îslamiya îranê ji sala 1976’an tevlî “Peymannameya NY a mafêên sivîl û siyasî” bûye. Li gorî benda 2 xala 9 a wê yasayê; her kes ku bê binçan kirn divê di nêztirîn dem de sedemên wê binçankirnê bizanibe û her hekmê ku bi wî re tê pesend kirin ew jê bê agahdar kirin.

Ji zemanê bi desthilat gihîştina Ayetûllah Elî Xamineyî, wek rêberê hikûmeta Îslamî, herjmara navemdên ewlekarî li Îranê, ji 5 Navendan bi 16 Navendan zêde kiriye.

Xişteya (4)

Şêwaza kuştin û birîndar kirina kasiobkaran li deverên Kurdakincî ên Îranê(paeîza 2014’an”1393’an a Rojî”)
\"23926.jpg\"

Fetullah Zemaniyan, serok poşîsê gioştî ê hêzên leşkerî ên hkûmeta Îslamiya Îarnê, de meha dawîn a havîna evsal de gotibû: Di egera balkêşnebûna sozên wan bo kasibkaran û derbaz bûna wan ji sînoran, gullereşandin bi ser kasibkaran re hatitye ferz kirin.

Bi gotina rêxistina Neteweyên yekbûyî , hêzên leşkerî ên hkûmeta Îslamiya Îranê dema kasibkaran dibûnin çav girtî gulleyan bi ser de direşînin.

Li gorî yasya bi kar anîna çekan li Îranê, divê di nobeta yelkem de, kesê nenas bang lê bê kirin (bi dengekî bilin ) bi dore gulle avêtina hewayî(seqayî) û piştre gulle reşandin bi aliyê lingan ve tê encam dan.

Hêzên leşkerî di demekî de kasibkaran dikujin ku yasaya cezadana îslamî karê wan kasibkaran tawan dihesibîne(qaçaqx kirina kala û derbaz bûna neyasayî ji sînoran) ku cezayên wan çend meh zindan û cezayê neqdî tê kifş kirin.

Herwisa gorî benda A(elf) xala 2 ya yasaya qaşax, hekî kalayên qaçax nirxa wan kêmtir ji 1 êilyon Tûmen be tu tawanek nayê hesibandin eva di denekê de ye ku pirr caran kasibkar bi wî barê kêm ve tên kuştin yan birîndar kirin.

\"23847.jpg\"
Mihemmed Salih Nîkbext: Hekî her yek ji xalên yasaya bikaranîna çekan ji aliyê hêzên leşkerî ve berçav neyên girtin haletê mirinê qetil tê hesibandin û kesê kujer(qatîl) jî gorî yasaya hikûmeta îslamiya Îranê hukmê wî îdma û tole standin(qisas) e
Hikûmeta Îslamiya Îranê kasibkaran bi tometa cî bi cî kirna kalayên qaçax tawanbar nasdike lê ew yasa liçav mafnasî û hiqîûqî ve cihê şik û gumanan e.

Bi gotina parêzer Salih Nîkbext doseyên kadsibkaran li dozgeryên Îranê tu encamekî bi pey xwe nagirin jiber ku kesên memûr û karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê tawanên xwe napejirînin û bi çkirin doseyek nû bi xwe re dibêjin ku me yayasa gullereşandin bi cî anne û kasuibkaran kalayê qaçax derbazî sînoran kirine bi awayekî din eger bê gotin ew rastiyan berevajî didin nîşandayîn û xwe beraet dikin.

Bi gotina wî wekîlî dozgeriyê, di egera serketî nebûn ji gullereşandina bi lingan re(jêr kemer), hêzên leşkerî dûr bûna xwe ji kasibkaran dikin hecet û bi wî awayî xwe ji dozgeriyê beraet dikin.

Nîkbext di direjeya gotinên xwe de amaje bi vê yekê jî dike ku eger kesek ajokarê tirombêlê be, divê destpêkê tekerên tirombêlê amanc bên girtin û bi dûre ajovan bê girtin lê piraniya caran hatiye dîtin ku hêzên leşkerî rasterast ajovan amanc girtine .

Di dawîyê de Nîkbext eva jî bilêv kirinbû ku di çend salên borî de hemû cûneyên mirina kasibkaran bi awayê “nîv qesd(şibih emd)” û “ne bi qesd ” hatine hesibandin û kujerên wan jî, ji aliyê dozgeriyê ve beraet bûne.

Ehmed Şehîd raportêrê taybet bi Neteweyên Yekbûyî di kar û barên Îranê de, di raporta xwe de kuştina kasibkaran wek “qetlên bê dozgerî” binav kiriye û dilgiraniya xwe liser wê bûyerê nîşandaye.Navborî pêştir ji bi kuştina bênavber û sîstematîk a kasibkaran li Îranê îşare kiribû.

Xişteya (5)

Sedemên greve birçîbûna zindaniyên siyasî ên Kurd i Îranê(payîza 2014’an”1393’an a Rojî”)
\"23925.jpg\"

Li gorî xişteya 5 sedema greva birçîbûnê, nebûna şertûmercên baş li nav girtîgehan û bêhurmetiya karbidestên zindanan der heq zindaniyan de hatiye destnîşan kirin.

Di payîza evsal 28 girtyên siyasî ên hepsa Urmiyê, bo heyamê 33 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn ku ji roja 25’ an şûnde de greve hişk ragihandin. Wan girtiyan heya dema ci bi cî ne kirin xwestikên xwe dev ji gercê bernedan.

Zindaniyên siyasî li Îranê piraniya caran hêzên opozosiyona hikûmeta Îranê rojnamevan, çalakvanên karkerî û kêmaniyên olî(mezhebî) ne.

\"23849.jpg\"
Zindaniyên siyasî li Îranê piraniya caran hêzên opozosiyona hikûmeta Îranê rojnamevan, çalakvanên karkerî û kêmaniyên olî(mezhebî) ne
Di heyamê greva hepsa Urmiyê de, 21 Navendên mafên mirovan helwesta hikûmeta Îranê derheq girtiyan protisto kirin û piştevanî ji zindaniyan kirin.

Ji aliyekî din ve kampaniya berevanîkirina mafên girtiyan a Îranê, di torên civakî de ji hemû kurdên Îranê xwestibû wê berxwedan zindana Urmiyê destek bikin û bikevin grevê ku ev yek jî pêk hat.

Piramnya caran gritiyên siyasî û bi bawer, bi awayekî dadperwerane nayên darizandin û ji wekîl û parêzeran bêpar dimînin, herwiha hindik caran bi lêdan û eşkenceyan jî gotinan ji wan derdixin.

Biryarnameya 10’ê Junî(Hezîran) a 2014’an a yeketiya Ewropayê, li ser vê baweriyê ye ku divê hikûmeta Hesem Rûhanî bi erk û sozên Îranê bi Neteweyên Yekbûyî re pabend bimîne; ji ber ku ev azadiya bîr û hizrî naparêze û ferq û ciyawaziyan navbera kêmaniyên etnîkî û olî de tîne holê.

Her wisa wî biryarnameyê rewşa mafên mirowan li Îranê binpêkirina berdwewam a mefên bingehîn binav kiriye.

A: Koç