Kurdpa qisedana Karbidestekî hikûmeta Îranê li ser nûçeya girêdana Xwendingehekê li Hewramanê red dike

14:43 - 21 Kanûna Paşîn 2013
AjansaKurdpa: piştî red kirina nûçeya Ajansa Kurdpa,ê li derheq girêdana Xwendingehekê li bajarokê Hewramana Text, malbatên Xwendekarên wî bajarî, girêdana çend rojî a Xwendingeha wî bajarî seba nebûna Petrolê piştrast dikin.

Li gor qiseyên çend wilatiyên bajarê Hewraman a Text, xwendingeha han roja Şemî berwar 30’ê Befranbar bi xebat û alikariya malbatên xwendekaran hat wekirin û xwendekarên han bi armanca germ kirina xwendingehê li malên xwe Petrol jibo xwendingehê birine.

Malpera “Rûdaw” li nûçeyekê de li ser zimanê “Sedulla Mihemedî” karbidestê Perwerda bajarê Sewlawa bilav kiriye û nûçeya berê ya Ajansa Kurdpa,ê bi ne rast li qelem daye.

\"10826.jpg\"
Nûçeya Kurdpa,ê di demekê de tê red kirin ku belgeyên hewce li berdest Ajansa Kurdpaê hene ku xwendingeha “Seydî Hewramî” li heyamê heftiya bihorî de seba nebûna Petrolê hatibû girêdan.

Nebûna neftê li xwendingeha han de li demekê deye ku karbidestên Îdareya Perwerdê, jibo dabîn kirina germiya xwendingehê ji her xwendikarekê 100 hezar timen pere sitandine.
Ewe di demekê deye ku berpirsyarê Perwerda Sewlawa bi malpera Rûdaw,ê ragehandiye ku “eger ez cilên xwe jî bi firoşim , nahêlim tu xwendingehek li sermayê de be û li xwendinê bihên qetandin”.

Bajarokê Hewraman a Text ser bi bajarê Sewlawaye û 3 hezar kes akinciyê wî bajarî ne.