Kurdpa di hewlê de ye ku dengê xelkê bigihîne Rêkxirava Neteweyên Yekgirtî

11:17 - 30 Çirriya paşîn 2022

Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê bona eşkerekirina zêdetir a binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê û gihandina zaniyariyan bo Komîteya Peydakirina rastiyan a Neteweyên Yekgirtî, daxuyaniyek belav kiriye.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Welatiyên rêzdar!

Şêweraya Mafê Mirovî ya Neterweyên Yekgirtî di kombûna roja 24`ê Çiriya Paşîn de biryar da ku bona peydakirina rastiyan ên li derheq serkutkirina xwenîşanderan û xelkê serhildêrê Îranê Komîteyekê ava bike.

Pêştire jî û di heyama derbasbûyî de Rêkxiravên Mafê Mirovî ku yek ji wan Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ye, hewl dabûn ku dengê mafên binpêkirî yên Kurdistanê bin. Heta niha gelek zaniyarî, nûçe û rapor di vê derheqê de belav kiriye ku dikarin bo Komîteya peydakirina Rastiyan a Neteweyên Yekgirtî bişînin. Lê, renge ew zaniyarî bi tevahiya rastiyan nedin xuya; Lewma, em daxwaz ji hemû welatiyên Kurdistana Îranê dikin ku li derheq binpêkirina mafê mirov û destdirêjî bo ser maf û kerameta mirovan li Kurdistanê ji aliyê hêzên leşkerî û ewlehî yên Komara Îslamî ve her cure zaniyarî û belgeyek hene, bo me bişînin ku bi zaniyariyên xwedî belge, dengê we bigihînin Şêwreya Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî û Komîteya peydakirina Rastiyan.

Zaniyariyên ku hûn dikarin bo me alîkar bin ew in:

- Nav, zaniyarî, wêne, adres û belge li ser wan kesên ku di heyama serhildanê ya naskirî bi Serhildana “Jîna”yê de bi destê hêzên serkutker ên Komara Îslamiya Îranê hatine kuştin.

- Nav, zaniyarî, wêne û belge li ser wan kesên ku bi destê hêzên hikûmî û kinc sivîl hatine birîndarkirin.

- Nav, zaniyarî, wêne û belge li ser wan kesan ku di vê serhildanê de bi destê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî bo her heyamekê hatibin binçavkirin

- Nav, zaniyarî, wêne û belge û vîdiyo li ser wan milk û mal û keresteyên ku bi destê hêzên serkutker ên Komara Îslamî hatibin kawilkirin an bi talan biribin.

- Bi taybet nav û zaniyarî û belge li ser wan kesên ku di serkutkirinan de rol hebûne, çi hêzên fermî yên hikûmî û çi kinc sivîl an kesên ku hêzên deverî bûne û di dema serhildanê de bi hêzên hikûmî re bo serkut û binçavkirina xelkê serhildêr alîkarî dabin.

 - Her cure belge û zaniyariyek din ku bikare bo eşkerekirina rastiyan û gihandina zaniyariyan bo Navenda Mafê Mirov alîkar be, wan zaniyarî û belgeyan bo wan adresên Kurdpayê bişînin:

E-mail: [email protected]

 Hejmara “Kurdpa”yê li Watsap, Telegram û Sîgnal:

0012026078129