Kurdistanî bi siloganan pêşwazî ji helmeta jîngehparêzî dikin

21:25 - 3 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Zêdeyî 10 Encûmenên parastina Xweza û Ekolojî li Rojhilatê Kurdistanê, ligel şêniyên gundên derdora du parêzgehên Sine û Kirmaşan, ew dever heya kanî Bil ji ziblan paqij kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, merasîma jîngehparêzî jêr navê piştevanîkirin ji Kanî Bil, bi daweta girûpa taybet ya Rizgarkirina kanî Bil birê ve çû.

Ew meşa bi coş bi silogana kurmanciya jêrîn ya “Kanî Bil Detparêz in Bi Giyan û Dil”bi beşdariya hejmarek zor a xelkê deverê ji 7 salî bigre heyanî 70 salî, helmeta pak û xawên xwedîkirina xwezayê desek kirin.

Herwiha di wê çalakiya ku bê tu alîkariya hikûmî birê ve çû dema hemwelatî gihîştin ser kaniya Bil, bi nîşaneya rexnegirtin ji zuhabûna wê kaniyê bi deqekî bêdengî rawest an.

Di berdewamiya rê û resmê de Dr. Muxtar Hûşmend serpereştê girûpa Rizgar kirina kanî Bil, helbestên taybet li ser çem û kaniyên Kurdistanê pêşkêşî beşdarbûyan kir û di encamê de xwezaya xweşik a Kurdistanê bi helbest û siloganan ji aliyê welatiyan ve hat wesifand in.

\"26317.jpg\"
Di wê tevgera jîngehparêzî de Encûmenên; Ciwanên Kesk yên Ciwanro, Gêzîvan (paqijker) ên Surişta Sine, Çalakvanên Lîlax ên Dêhgulan, Çiro a Riwanser, Jêwa ya Pawe, Civaka Kesk a Sine, Vîr (Bîr) a Nûdşe, Nikrûz ya Seqiz û Çiyayê Kesk li bajarên Merîwan û Bayingan beşdarî kirbûn.

Di beşek din li merasîmê de çend kes ji hezkiriyên xwezayê, axatinên taybet li ser detekkirina helmeta parastina kanî Bil pêşkêş kirin. Di dawiyê de Hunermend Îsmaîl Hemîdî li Nûdşeyê bi mûzîka teybet a “Siyahçemane” atmosfereke kêf û şahî bi ser beşdarbûyan de hakim kir.

Rê û resm bi xwendina daxuyaniyekî li ser piştevaniya kanî Bil bi dawî bû.

Karnasên ekolojî ser vê baweriyê ne; di egera ziwabûna kanî Bil de, bandorên siyasî û civakî yên wê çavkaniya suriştî li ser jiyana xelkê deverê bi ronî dê bê dîtin.

Kanî Bil li 15 km bajarê Nûdşe û 3 km gundê dîrokî yê “Hecîc” li Kirmanşanê bi cih bûye. Ew kanî bi dirêjahiya 15 km rê, tevlî rûbara Sîrwan dibe.

Yek ji sedemên Zuhbûna kanî Bil, çêkirina baraja Dariyan ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve wek pirojeyekê ye ku pêştir esaên vê hatiye dayîn. Di egera cî bi cî bûna wê pirojeyê de, devera Oramanat ji aliyê dîrokî û çanda hezar salî ve bi xetereke micid re rû bi rû dimîn e.

Kanî Bil navek e ku ji Babeliyên Bastan hatiye girtin. Bil bi zimanê Yûnanî bi wateya Xwedayê Avê tê bikar anîn.
\"26318.jpg\"

\"26314.jpg\"

\"26315.jpg\"

\"26307.jpg\"

\"26316.jpg\"

\"26312.jpg\"

\"26310.jpg\"

\"26305.jpg\"

\"26311.jpg\"

\"26313.jpg\"

\"26304.jpg\"

\"26306.jpg\"

\"26308.jpg\"