Çalakvanê jîngehparêz Îsmaîl Kerîmî ji ber birînên giran ên şewatê jiyana xwe ji dest da
Roja Çarşemî 3’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Îsmaîl Kerîmî xebatkarê jîngehparêzî xelkê Kamiyaranê, ku di dema vemirandina agir de li mêrgên daristanên “Kanîşe” tûşî şewatê bû, canê xwe ji dest da.









