Kurdistan/ 36 sal şorişa gelên Îranê bi wênyên watedar

19:22 - 12 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Merasîma salvegera pîrozbahiyên şorişa gelên Îranê a sala 1979’an (1357’an a Rojî) bi beşdariya 3 berpirsên payebilind ên hikûmeta Îslamiya Îranê, li rojhilatê Kurdistanê birê ve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 3 berpirsên payebilind ên hikûmeta Îslamiya Îranê li parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Urmiyê, li ser şorişa gêlên Îranê û dijayetiya Amerîka û Îsraîlê wek caran axivîn.

Li kirmaşanê Mihemmed Riza Neqdî- Fermandarê Besîc, serketina şorişa gelên Îranê bawer nekirinî wesifand û li ser vê yekê got: Sîstema hikûmeta Îslamiya Îranê di her warî de serkeftî û serbilind bûye.

Nûçegihaniya Îrna ji zarê wî berpirsê hikûmeta Îslamiya Îranê ragihand: Dewleta îro ya Amerîkayê dewleteke ketî û zirarkirî ye; bi awayekî ku 17 hezar milyard dolar deyndar e û rojane 2 milyard û nîv dolar jî bi vê hejmarê tên zêde kirin; jiber wê pêwîs nake em ji Amerîkayê bitirsin û ser hemberî wê dweletê bitevîn in.

Li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê jî nûnerê Xamineyî-Rehîm Sefewî axivî û Amerîka û Îsraîl du dewletên bê hêz û zirarkiriyê cîhanê binav kirin û pêşeroja Filistînê jî ronak da zanîn.

Her wiha li Îlama serokê Encûmena bajarê Mezin ê Tehranê Mêhdî Çemran merasîma 11’ê Şibat (22’ê Rêbendan) serketina şorişa glên Îranê bi rêberiya Xumênî pîroz kir û got: “Îro li cîhanê kes bi şûna Fîlezofên wek “Îsmît”û “Marks”nagere, ji ber ku wan pêgeha civakiya xwe ji dest dane, lê em her tim dibînin ku peyama rêberê misilmanên cîhanê- Xamineî çi kelecanên mezin li cihanê lidarxistine! ( mesacên wî Dunya hejandine.)

Piraniya kesên bi minasibeta salvegera serketina şorişa gelên Îranê xwepêşandan kirin xwendevan in û bi neçarî beşdarî meşan kirin e

Beşdarî kirina hemwelatiyan li xwenîşandanê 11’ê Şibat (22 Rêbendan) pir bê wate bûye û ji destpêka şorişa gelan heya niha sal pey sal meşên pîrozbahiyên şorişa Îranê bêreng û qîmet tir bûye.

Wêneyên xwenîşandanên bi neçar û bê wate bibînin:

\"24708.jpg\"

\"24709.jpg\"

\"24710.jpg\"

\"24711.jpg\"

\"24712.jpg\"

\"24713.jpg\"

\"24714.jpg\"

\"24715.jpg\"

\"24716.jpg\"

\"24717.jpg\"

\"24718.jpg\"

\"24719.jpg\"

\"24720.jpg\"

\"24721.jpg\"

\"24722.jpg\"

\"24723.jpg\"

\"24724.jpg\"

\"24725.jpg\"

\"24726.jpg\"

\"24727.jpg\"

\"24728.jpg\"

\"24729.jpg\"

\"24730.jpg\"

\"24731.jpg\"

\"24732.jpg\"