Kurdistan / Kom kirina alîkarî bo Şingal, tev astengên hukûmeta Îranê rûberû bûye

20:04 - 17 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: Hevdem tev alîkariyên xebatkarên edebî-çanda Kurd bi kempêyna piştgirî ji xelkên Şingal, jimare hisaba bankiya vê kempêynê li Serdeşt, girêdan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya îro, rojname nivîsên li şarê Sinê, amade bûna xwe li ciyê kom kirina alîkariyan, piştgiriya xwe ji lêqewimiyên Êzidîşanî kiribûn û her ew alîkarî li şarê Serdeşt de, tev astengan rûberû bûye.

\"21546.jpg\"
Wan rojname nivîsane, bi pêşkêş kirina alîkariyê bi binkên kom kirina tiştan bo Kurdên Êzidî, ji ragihandinên giştî jî xwestin ku qîrîn û hawara jin û zarokên bê bergirêŞingalê, bi guhê cîhanê bigihînin.

Vê kepmêynê ku li page ya Face Book a xwede weşandine, encumena piştgirî ji tûş bûyên Kanser li parêzgeha Kurdistanê de jî, tevlî kempêyna piştgirî ji awareyên Şingalê bûn.

\"21545.jpg\"
Ji aliyik din de, jimare hisaba bankî ya kempêynê li Serdeşt, li ser biryara dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran, hate girêdan.

Ew jimare hisaba bankî, ji aliyê xelkên xêrxwez û xebatkarên şaristanetî ji Serdeşt û her wisa encumena bergirî ji mafê berketiyêçekên Kîmiyayiyê Serdeşt, bi amanca, kom kirina alîkariya dirafinî, bo awareyên Şingalê hatibû vekirin.

Serekaniyên dewerî, fermandarê Serdeştê bi dest hebûn li vî karî de tawanbar dikin, lê ajansa nûçe gihaniay Kurdpa, rastîû nerastiya vê nûçê, pişrast nake.

\"21547.jpg\"
Li şarê Serdeştê de jî, rêpîvanik bi êminî, bi amanca piştgirî ji Kurdên Êzidî, bi rêçoye.

Ev rêpîvana li ser banga xebatkarên şaristanetîû bi pişkdariya hijmarik zor ji qatên civakiyên li Serdeşt, li roja 25ê Gelawêj de bi rêçoye.

Pişkdarên rêpîvanê, kuştina xelkên bê tawanên Şingalêşermezar kirin . hevdem, piştgiriya xwe ji welatiyên Kurdên Êzidîşanî dan.

Li şarê Seqiz jî, li midê 3 rojan de, nêzî 50,000,000 tûmenan diraf û bi 10an curên tiştan û cure xwarinan, bo lêqewimiyên Şingalê, hatiye kom kirinê.

Li vê barê de, page ya Şar news, weşandiye, li dema foto girtin ji alîkarîkerên şarê Seqiz bolêqewimiyên Şingal û berhev kirina nûçê bûn, kamêraya wan, ji aliyê ajanên emakina vîşarî de hatiye zewt kirin.

\"21548.jpg\"
Her wisa li gundê Dizliya Sewlava jî, alîkarî bo Kurdên Êzidî, hatiye kom kirin.

Ew alîkariyane, ji aliyê 3 kesan û bi hevkariya encumena Sewza Çiya de hatiye kom kirin û li îro, Yekşem de, ciyik bo kom kirina kinc, petû, sol, derzî-derman û xwarinê, rê xistine.

Serekaniyik agadar, bi nûçe gihaniya Kurdpa gotiye: serweyî dijatîû rêgiriya fermandar û sipaha pasdarana Sewlava bo kom kirina alîkariyan, welatî, kom kirina alîkariyan her didomînîn.