Kurdên Sûriyê hikûmetê ava dikin

13:33 - 2 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Konseya Bilind ya Kurdên Sûriyê ku di bin navê Desteya Kurd ya Bilind hate avakirin û niha zêdetir di bin bandora PYD de ye di civîna xwe ya dawîn de biryarên girîng standin.


Yek ji wan biryaran ew Deste wê bi sîfeta Hikûmeteke Demî tevbigere.

Êdî dikare were gotin ku li rojavayê Kurdistanê hikûmetek tê avakirin.

Desteya Kurd ya Bilind hate avakirin, ewê li rojavayê Kurdistanê bibe hikûmet û hemû karûbarê hikûmeteke demî bi rêve bibe.

\"10954.jpg\"
Di vê hikûmetê de 6 partî û tevgereke ser bi PYD ve cih digirin. Lê belê hêza eskerî ya vê hikûmetê (YPG) di destê PYD de ye û dikare were gotin ku dînamoya herî xurt di hikûmetê de PYD ye.

Di desteya Kurd ya Bilind de, 5 partî ji Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê û PYD  cih digirin. Bi tevayî 6 partî ne.

Ew partî ev in:

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ)
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)/Dr. Ebdil-Hekîm Beşar
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)/Nesredîn Ibrahîm
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
PYD - TEV-DEM (Ser bi PYD ve ye)

Yek ji biryarên Desteyê avakirina hikûmetê ye.

Birayeke din jî ewe ku komîsyinekê ji bo sînorê bi başûrê Kurdistanê re ava bikin. Ew komîsyon wê çûn û hatina milet kontrol bike û wezîfeya gumrugê bibîne.
(Avestakurd)