Kurdên Rûsya alîkarî şandin Rojavayê Kurdistanê

16:09 - 29 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: li gor agehdariyên ku li malpera Xendan de hatine bilav kirin,Roja 28/3/2013`an Kurdên Rûsyayê li parêzgeha Duhokê komek alîkarî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re ku bihayê wê 60 hezar dolar bû şandin.

Endamê KNK`ê Dr. Kamiran Berwarî ji Xendanê re ragihand ku: Hurdên Rûsya 60 hezar dolar komkirin û şandine Herêma Kurdistanê taku li vir em kelûpelên xizmetguzariyê pê bikirrin û ji Kurdên Sûriyê re bişînin.

Dr. Kamiran got: Her îro ew hevkarî û alîkarî bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin ku ji (100 ferde şekir, 100 karton şîrê Nîdo, 100 karton şîrê Kîkoz, 100 karton Sirêlak, 200 ferde Birinc, 300 karton şîşên zeytê, 100 karton Çay, 100 karton sabon, 100 karton tayit, 100 karton kelûpelên zarokan û 100 betan) pêk hatibû.

Endamê KNK`ê da zanîn ku Kurdên Rûsya kêmxemî li hevkarîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê nekirine.( Xendan)