Kurdên Herêma Qezwînê rûbirûyê zext û giwaşan bûne

17:00 - 3 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî bilavbûna bernameyekî dîkomêntarî li ser dûrxistina Kurdên Kurdistanê bo herêma Qezwînê,hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê zext û giwaş xistine ser Kurdên vê parêzgehê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, piştî bilavbûna bernameyek dîkomêntarî binavê “Kurdên Koçber” li Tv ya yek ji partiyên Kurdî yên dijberî Komara Îslamiya Îranê de li derheq koçber kirina eşîrên Kurd li Kurdistanê bo Qezwînê, Kurdên akinciyê vê parêzgehê ji aliyê hêzên Komara Îslamiya Îranê kevtine bin zext û giwaşan.

Li gor raporê hêzên Îttlatî li herêmên Kurd akincî yên parêzgeha Qezwînê hatine cihgir kirin û bizvîna gelê herêmê xistine bin çavedêriya xwe de û hin caran daxwaza karta pênasê ji xelkê dikin.

Kurdên Qezwînê li eşîrên Bancilan, Şêxkanlû, Sakan, Belexkanlû, Şikak, Çiginî,Celîlwend,Reşwend, Xiyaswend,Kakawend, Kirmanî û Mafî pêk tên ku li gori serçaveyan li serdemê deshilatdariya Sefewî û paştir li sala 1930’an bi fermana Riza xanê Pehlewî jibo berengarî tevî serhildana Agiriyê bo Qezwînê hatine dûr xistin.

Serhildana binav û deng ya Araratê li sala 1927’an bi rêberiya Êhsan Nûrîpaşa li Kurdistana Bakûr dest pêkir û li sala 1930’an de têk çû.

Heya niha çi lêkolînek li ser nifûsa kurdên qezwînê nehatiye kirin, lê li gor hin çavkaniyan li pitir ji 50 gundan de jiyanê dikin.