Kurdekî rojhilatê Kurdistanê li Îraqê de xwe teqand

15:17 - 26 Gulan 2012
Kurdpa: Ciwanekî temen 23 salî xelkê bajarê Tazawa ya Selasa Bawecan ku ser bi girupeke Îslamiyên tundrew bû li welatê Îraqê de xwe teqand.

Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpa: li 2’ê Cozerdanê de kesek bi avê Ferhad Ehmedî temen 23 salî kurê Mihemed û akinciyê bajarê Tazawa ser bi arêzgeha Kirmaşanê li welatê Îraqê de xwe teqand û canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina kesekî nêzîk bi malbata wî, ji aliyê nawendên emniyetî ên Îraqê ve nûçeya xwe teqandina Ferhad Ehmedî bi malbata wî hatiye ragehandin.

Çend rojan berî niha Eyûb Beqayî temen 22 salî û akinciyê taxa Hacî Awa li bajarê Seqizê li Efxanistanê de xwe teqand.

Nêzîk bi du mehan berî niha jî Şoreş Qasimî akinciyê taxa pişt şarewaniya Seqizê li Pakistanê de xwe teqand.