Kurdekî jîr (bilîmet) li Amerîkayê bi sedemeke nediyar jiyana xwe ji dest da

17:48 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî jîr û xwedîbehre ê Kurd û xelk Dîwandere li Amerîkayê bi sedemek nediyar jiyana xwe ji dest da.

Li gora nûçeyên belavkirî, Adil Kerîmiyan, temen 25 sal yek ji kesên herî jîr û bilîmet ku di yek ji zankoyên vî welatî de mijûlî xwendinê bû, roja borî bi sedmeke nediyar jiyana xwe ji dest da.

Ew xwendekarê jêhatî bona domandina xwendina xwe digel yek ji zankoyên Amerîkayê mijûlî xwendinê bû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê sedema jidestdana vî lawê Kurd nehatiye rageandin.