Kurdeke yarisan hate darvekirin

20:40 - 26 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hukmê îdamê ji bo hemwelatiyekî Kurd ji aliyê berpisên girtîgeha Qizilhîsare ve hatiye birîn.

Li gor nûçeya ku gihiştiye nûçegihaniya Kurdpa yê, di roja derbazbûyî de 5’ê Rêbendanê, girtîgeha Qizilhîsar hukmê darvekirina girtiyê Kurd bi navê “Ferdîn Huseynî”di girtîgehê de bi rê ve birin.

Ew hemwelatî 36 salî ye, û xelkê bajarê Sehne li parêzgeha Kirmaşanê û yek ji wan girtiyên bûyera hilbijartinên sala 2011’an tê hejmartin.

\"29411.jpg\"
Ferdîn Huseynî
Çalakên mafê mirov û demokrasî li Îranê,bi belav kirina wê nûçeyê ragehand: “Ew girtiye hevjîn û kiçeke ku temenê wê 15 salî ye ku pêyrevê ehlê heq e”.

Navbirî berê belavkirina nameyekê ser vekirî,tawana “tirorê”yek ji pêşnimêjên bajarê “Heştrûd” a ser bi bajarê Kerecê red kiribû û piştre ew yek bi pîlana wezareta Îtila’atê da zanîn.

Ew çavkaniye di dirêjiyê de dinivîse: “Ferdîn Huseynî bi berdewamî li girtîgehekê maye û bo girtîgeheke din weke Qum, Kimaşan, Kerec û ...hwd hatiye veguhesatin.

Ew hemwelatiye,ji aliyê berpisê girtîgehê di bin îşkencê de bûye.
Bi piştgirêdana navenda amara Ajansa Kurdpayê,di demên destpêka hilbijartinan de heyanî demek berî niha,nêzîkî 100 kes di girtîgehên hikûmeta Îslamiya Îranê de hatine îdamkirin, ku 15 ji wan kesan kurd bûne.

Li gor gotina karnasên kar û barê Îranê, sîstema hakim di welat de, bi mifahwergirtin ji pirsgirêkên cîhanî weke dosyaya navkî, zextê ji bo çalakên siyasî û rojnamevanan û girûpên etnîkî tîne.