Kurdek wekî balyozê Komara Îslamî li welatê Kambocê de hat destnîşankirin

17:39 - 3 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Kurdekî xelkê Sine wekî balyozê hikûmeta Îslamî ya Îranê li du welatên Kamboc û Viyetnamê de hat diyarkirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ragihandinên hikûmeta Îslamî ya Îranê ji zarê Salih Edîbî ve eşkere kirine ku navhatî wekî nûnerê hikûmeta Îslamî ya Îranê li welatê Kamboc û Viyetnamê de hatiye diyarkirin.

Edîbî li gotûbêjekê de tevî erêkirina vê nûçeyê, bi “Îrna”ê re ragihandiye ku: li yek sal û nîv a derbasbûyî de ez vê meseleyê dişopînim.

Edîbî destnîşankirina xwe wekî nûner li Kamboc û Viyetnamê de bi dabînbûna xwastên kurdan li dewleta “Tedbîr û Omîd” ya Hesen Rohanî de wesifand.

Ragihandinan herweha daye zanîn ku Edîbî pêştir wekî balyoz li welatê Awusturaliyayê de hatibû destnîşankirin, lê bi her sedemekê be, paşan ew biryar hatiye hilweşandin.

Edîbî tevî berevanîkirin ji hilbijartina xwe wekî balyoz, daye zanîn ku hilbijartina min li van du welatan de bi sedema sunebûna bisilmanên wê deverê ye, eve jî li halekê de ye ku %95 ya xulyaqeta 15 milyonî a Kambocê, Bûdayî ne.

Eva cara yekemîn e li dîroka 37 salî ya temenê Komara Îslamî de ku kurdekî sunemeseb wekî balyoz li welatên biyanî de tê destnîşankirin.

Diyarîkirina Edîbî karvedanên curbicur li pey xwe anîn û gelek kes vê yekê wekî henekkirin bi kurdan dizanin û dibêjin ku daxwaziyên kurdan gelek zêdetir û berfirehtir ji hilbijartina balyozekê ne û eva eyankerê berxwarkirina daxwaziyên siyasî û netewî ên xelkê Kurdistanê dizanin.