Kurdan rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin
22:35 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê.
Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine. Serokê PYD’ê Salih Mislim ANF’ê re axivî û ev yek piştrast kir.
Komîteyên Parastina Gel ên ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye avakirin, li Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên dewleta Sûriyeyê. Serokê PYD’ê Salih Mislim vê nûçeyê piştrast kir.
Hat ragihandin ku di dema gel dest danî ser rêveberiya bajarê Kobaniyê, tu bûyerên tundiyê neqemiye. Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji ANF’ê re axivî û ragihand ku saziyên dewletê yên li Kobaniyê bi temamî ketine destê Komîteyên. Parastina Gel. Rêberê PYD’ê, diyar kir ku li hin deverên Efrînê jî bûyerên wiha diqewimin û got; “Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.”
Mislim destnîşan kir ku ji bo desthilatiya li Sûriyeyê bi dest bixin, şer tê kirin û got; “Li Şamê teqîn çêdibin, pevçûn dijwar dibin. Gel dixwaze li vê derê rêveberiyê bêxe destê xwe şerê di navbera rejîmê û Artêşa Azad a Sûriyeyê de yê li Kurdistanê asteng bike.”
Mislim ragihand ku divê Kurd li her deverên Kurdistanê û Sûriyeyê dijîn, divê xwe biparêzin û got; “Li vir dijminahiya tu kesekî tune ye. Lê ji bo şer û pevçûn negihin Kurdistanê gel rêveberiyê bi dest dixe.”