Kurdan li parlamentoya Cenêvê jî Newroz pîroz kirin

16:29 - 24 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bo cara yekem merasîma dîrokî a newrozê bi beşdariya nûnerên welatên Kanada, Kozowo, civaka sivîl û NY ,li Swîsrayê hat lidar xistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê 20 Adara 2015’an, merasimek bi boneya Newrozê li Jinêwa Swîsrayê birê ve çû.

Ew rêûresm bi gotina sitranên kurdî ji aliyê hunermend Sebahet Yîlmaz ve hat dest pêkirin û bi dûre Jîna Şîrbêgî bi zimanê Kurdî xêrhatina mêwanan kir û bi axaftinekî pêgeha Newroza di nava Kurdan de bilind nirxand.

Di beşeke din a wê merasîmê de, Têmûr Êlyasî, serpereştê beşa Civaka Mafên Mirov a rojhilatê Kurdistanê, liser Newrozê axivî û pêrozbahî ji kesên beşdarbûyî kir.

Di dawiyê de şaredarê Jinêvê jî Newroz ji gelê Kurd pîroz kir û çend gotin derbareya bihevre jiyan kirina bi aşîtî û hurmet girtin bi çandên ciyawaz re pêşkêşî beşdarbûyên merasîmê kir.

Ev cara yekemîn e ku li Parlamentoya Swîsrayê Merasîma Newrozê bi rê ve diçe.

\"25608.jpg\"

\"25607.jpg\"

\"25609.jpg\"

\"25606.jpg\"

\"25610.jpg\"