Kurdan karî ji sedî 40’ê kursiyên parêzgeha Musilê bidest bixin

21:10 - 22 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Lîsta Birayetî û Bihevrejiyanê di hilbijartina Encûmenê Parêzgeha Mûsilê de encameke mezin bidest xist û karî ji sedî 40’ê kursiyên wê parêzgehê bibe.

Li gor encamên dawî yên destpêkê ku malpera Hewlêrê belav kirine, ji wê rêjeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 14 kursî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 2 kursî û Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û partiyên din ên nav Lîsta Birayetî û Bihevrejiyanê hîç kursiyek bidest nexistin.

Di vê derbarê de Berpirsê Liqa 14 ya PDK’ê li Mûsliê İsmet Receb got: ‘’Ji 686 hezar û 123 dengan, kurdan karî 280 hezar deng bînin, bi vanê jî karîn ji sedî 40’ê kursiyên Encûmenê Parêzgeha Mûsilê bidest bixin.
Jêder: ( bas-news)