Kurd û Kurdistan Di Belgeyên Nehênî yên Brîtanyayê de, Pirtûka nû a Kemal Mezher Ahmed

15:21 - 30 Çirriya paşîn 2012
Ajansa Kurdpa:pêka rapora malpera Netewê, Pirtûka nû a Kemal Mezher Ahmed, “Kurd û Kurdistan Di Belgeyên Nehênî yên Brîtanyayê de” bi kurmancî din av weşanên Avesta de derket. Kitêb ji aliyê ZÎya Avci ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

\"9957.jpg\"
Kemal Mezher Ahmed
Pêka rapora Ajansa Nûçeyîya Kurdpayê, Ev berhema hêja ku ji gelek belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hatine berhevkirin pêk tê, der barê rewşa pirsgirêka kurd û Kurdistanê de gelek agahiyên muhîm ên di salên pêşîn yên sedsala 20an de bi awayekî zelal radixe ber çavan. Bi sedan belgenameyên nehênî yên Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ku bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji aliyê sefîr û konsolosên cihê cihê yên Brîtanyayê ve ku hem ji hev re û hem jî ji wezareta xwe ya karên derve re, şandine di vê kitêbê de cih digirin.

der heqê hemû serok, rêber û tevgerên kurd yên wê demê de, gelek agahiyên berfireh di vê kitêbê de cih digirin.