Kurd li Yemenê jî dijîn !!

14:26 - 4 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Berê me dizanî Kurd li gelek welatên wek Ermenîstan, Pakistan, Efxanistan û... gelek cihên din dijîn, lê vê carê hat zanîn Kurd li Yemenê jî hene û jiyanê dikin .

Herdu gundên bi navê (Malê Kurd û Malê Turk) dikevin nêzîkî bajarê Mehwêt, ku 150 k.metre dûrî Sena`yê paytexta Yemenê ne.

Ji bilî ku akinciyên herdu gundan bi Erebî diaxivin, lê belê hindek edet û keltora xwe têde maye, ji wan jî pêşwazîkirina mêvanên xwe bi stran û kêfxweşî ye.

Egera nîştecîbûna ew herdu gund li wê deverê vedigere bo (Seîd Misqal) ku efserekî telegraf yê serdema Osmaniyan bûye û li gel 7 zarokên xwe di sala 1800 li wî cuhî nîştecî bûne û ew xwe bi neviyên wî dizanin.(Xendan)